Li Nûrdaxiyê ku trafîk xetimî ambulans nikarin tevbigerin 2023-02-08 21:54:49   DÎLOK - Li Nûrdaxiyê ku trafîk xetimî ambûlans nikarin ji bajêr derkevin, kesên ku bajêrî weke rêgeh bikartînîn nikarin bikevin bajêr. Ji ber trafîka zêde ya li navçeya Nûrdaxiya Dîlokê ku ji ber erdhejê beşeke wê ya mezin vegeriyaye kavilî gel nikare ji navçeyê derkeve. Ji ber zêdebûna trafîkê li ser rêya bêjahiyê bi kîlometreyan wesayît ketin pey hev. Ji ber trafîka zêde ambûlansên ku birîndaran ji bin kavilan derdixînin ji derketina navçeyê zehmetiyê dikişînin. Her wiha di serî de ambulans wesayîtên ku alîkariyê dibin navçeyê jî nikarin bikevin navçeyê. Ketina navçeya ji ber erdhejê zirar dîtiye, bi awayekî bikontrol li ser pirê tê pêkanîn.