Pirsa ‘Hûn çima hatine vê derê?’ ji rojnamegeran kirin 2023-02-08 22:03:06   RIHA - Ji rojnamegerên ku li herêma erdhejê nûçe dişopandin û hatin binçavkirin pirsa “Hûn çima hatine vê derê?” hate kirin. Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mahmût Altintaş û nûçegihana JINNEWS’ê Sema Çaglak dem ali navçeya Bêrecûk a Rihayê xebatên lêgerîn-rizgarkirinê dişopandin, hatin binçavkirin. Rojnamegerên ku li ser kavilên avahiya ku cenazeyê 21 kesan jê hatine derxistin nûçe dişopandin, b hinceta ku qerta “turkuaz” a ku Serokatiya Ragihandinê dide pê re nîne hatin binçavkirin. Ji rojnamegerên birin Midûriyeta Emniyetê ya Bêrecûkê pirsên weke “Hûn çima hatine Bêrecûkê?”, “Kê qerta saziyê daye we?” û hwd. jê hatin kirin. Îfadeyên rojnamegeran hatin girtin, dest danîn ser qertên wan ên çapemeniyê û hatin berdan.