Parêzer Hesen xeleta xwe diyarî Abdullah Ocalan kir 2023-02-08 22:37:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzer Beşdar Hesen li DYA’yê Xelata Parastina Mafên Mirovan wergirt û xelata xwe diyarî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Xelata Parastina Mafên Mirovan da Serokê Koma Parastina Dixwazî ya Girtiyan a Behdînanê Beşdar Hesen. Parêzer Beşdar Hesen ku ji Amerîkayê vegeriya Hewlêrê, daxuyaniyek da û diyar kir ku xelata xwe diyarî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dike. Hesen, ev tişt anî ziman: “Du peyamên girîn ên dayîna vê xelatê hene. Ya yekemîn tiştên ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê hêjayî rojnamegerên kurd dibîne rast nîne. Li aliyê din jî ji bo rojnamegerên azadîxwaz piştgiriyeke. Wezareta Karên Derve ya DYA’yê bal kişandiye ser rewşa dadgehên li Herêma Federe ya Kurdistanê.”