Li Girtîgeha Hatayê girtiyan serî rakir: 3 kesan jiyana xwe ji dest dan 2023-02-08 22:48:10 HATAY - Hat ragihandin ku li Girtîgeha Tîpa T a Hatayê girtiyan serî rakir û di encama destewerdana leşkeran de 3 kesan jiyana xwe ji dest dane. Hat ragihangin ku girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Hatayê serî rakirin. Hat zanîn ku ji girtîgehê dû bilind dibe, dengê çekan tê û piştî destwerdana leşkeran jî bûyer bi dawî bûne. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin; girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Hatayê qawîşên xwe şewitandin û serhildan derxistin. Hat ragihandin ku di dema serhildanê de nêzî 250 girtiyan hewl dan birevin û leşkeran gule lê barandine. Ji 12 girtiyên birîndar bûyîn 3’yan jê jiyana xwe ji dest dan. Hat zanîn ku girtiyên din jî sewqî girtîgehên cuda hatin kirin.