Nûçegihanê me Mehmet Guleş hat binçavkirin 2023-02-08 23:16:00 AMED - Nûçegihanê MA’yê Mehmet Guleş kêliya ku bi dilxwazek erdhejê re hevpeyvîn dikir, Guleş û dilxwaz ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.    Nûçegihanê Ajansa Mezopotamya (MA) Mehmet Guleş li navçeya Rezana Amedê geşedanên li ser kavilê avahiyek hilweşiyayî dişopand ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Hat zanîn ku Guleş li gel dilxwazek erdhejê bi navê Omer hevpeyvîn dikir û di vê kêliyê de Guleş û dilxwaz her du jî hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku Guleş têkildarî agahiyên lî ser erdhejê bî Omer re diaxivî.    Guleş û dilxwazê bi navê Omer birin Midûriyeta Şaxa Ewlehiyê ya Amedê û li vir tên ragirtin. Ji ber pergala polîsan xera bûbû îfadeyên Guleş û dilxwaz nehatin girtin. Hat zanîn ku dê îfadeyên wan sibê bê girtin.