Piştî 3 rojan kavil derketin holê: Alîkarî bêyî walîtiyê qedexe ne! 2023-02-08 23:38:47     MELETΠ - Piştî ku rê hatin vekirin, kavilên li Meletiyê derketin holê. Li gor agahiyên ewil li Wêranşarê 60 kesî jiyana xwe ji dest dane û alîkariyên ku gel dişînin belavkirina wan bi destûra walîtiyê ve tên girêdan.    Bîlançoya erdhejên Bazarcixa Mereşê û Dîlokê her diçe giran dibe. Piştî 3 rojan rewşa li Meletiyê eşkere dibe. Di du rojên ewil ên erdhejê de ji ber berfê xwegihandina gundên Meletiyê zehmet bû. Piştî berf sekinî, rê vebûn û kavilên gundên Meletiyê jî derketin holê.    Piştî rê vebûn, xwegihandina Wêranşarê ya Meletiyê ku nifûsa wê 18 hezar û 723 ye, çêbû. Rêyên Wêranşarê rûxiyane û ji ber vê çûna gundan zehmet e.    ALÎKARÎ BÊYÎ DESTÛRA WALÎTIYÊ QEDEXE NE    Piştî rêyên Wêranşarê vebûn hat dîtin ku piraniya avahiyên li navçeyê hilweşiyane. Piştî çûna navçeyê erdhejokên li ser hev çêbûn hîn bêtir bandorê li welatiyan kirin. Li navçeyê ku piraniya avahiyan hilweşiyaye, avahiyên mayî jî zêde texrîb bûne. Li navçeyê qadeke vala ya kîlometreyekê dûrî navendê ye, ji bo alîkariyên tên hatiye veqetandin, lê hat hînkirin ku alîkariyên tên bêyî destûra walîtiyê bin tên qedexekirin. Welatiyên ku du roj in ji ber berfê kes bi hawariya wan de neçûbû, di sir û seqemê de xwe bi derfetên xwe germ kirin.    Gava em çûn navenda navçeyê, ji welatiyên ku me hevdîtin bi wan re kir yekî got: “Pitikeke min a nûçêbûyî heye. Pêdivî bi potikan û mamayê heye, lê bi dest me nakevin. Çendî erdhej heue jî em çûn me xwarin ji malên xwe anî. Demildest pêdiviya me bi kincan, pêlavan, kincên pitikan, mama û pitik lazim in.”    ‘DUH SAX BÛ, DIBE KU MIRIBE’   Hat dîtin ku hema bibêje piraniya xaniyên li navçeyê xera bûne û tê gotin ku di bin bi dehan avahiyên hilweşiyayî de mirov hene. Welatiyan ragihand ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê kêm in û gotin ku duh bi kemçeyan mudaxileyî hin kavilan hatine kirin. Welatiyan got: “Em xwe nagihînin kesên di bin kavilan de. Ji ber ku amûra qulkirinê tune ye, mudaxile nakin. Niha lê mêze dikin, ger duh sax be îro miriye. Demildest pêdiviya vir bi amûra qulkirinê heye. Her der hilweşiyaye, avahî pir texrîb bûne. Piraniya mirovan li vir in. Pêdiviya me bi alîkariyê heye.”    60 KESÎ JIYANA XWE JI DEST DA   Welatiyan ragihand ku konên AFAD’ê yên li nava gund hatine danîn jî kêm in û gotin ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê jî pir hêdî tên kirin. Welatiyan da zanîn ku li navçeyê heya niha 60 kesî jiyana xwe ji dest daye û dibe ku ev hejmar zêde bibe.    Her wiha hat diyarkirin ku cenazeyên li Nexweşxaneya Wêranşarê jî li derve li kêleka hev hatine danîn.    MA / Firat Can Arslan