Li Rihayê hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dan gihişt 127 kesan 2023-02-08 23:56:51   RIHA - Li Rihaya ku yek ji bajarê erdhejê bandor  lê kiriye hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane her ku diçe zêde dibin. Li Rihaya ku heta niha 127 kesan jiyana xwe ji dest da û 2 hezar 551 kes jî birîndar bûne lêgerînên rizgarkirinê berdewam dikin.       Di 6’ê sibatê de li navçeya Bazarcix a Mereşê erdhejên ku bi pileyên 7,7 û 7,6 çêbûn û gelek bajarên Kurdistanê û bajarên derdorê bandor bûn. Li Rihaya ku di encama erdhejê de gelek avahî hilweşiyan heta niha 127 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 hezar 551 kes jî birîndar bûne. Her wiha li navçeyên Bêrecûk û navçeya navendî ya Halîliyeyê li avahiyên hilweşiyayî xebatên lêgerînê berdewam dike.    Li navenda Rihayê li Caddeya Îpekyolu û Taxa Yenîşehîrê ya li navçeya Halîliyeyê li du avahiyan xebatên rizgarkirinê berdewam dikin. Her wiha xebatên lêgerîna li kavilan li navçeya Pirsûse qediyan û li gundê Taşlûkê yê navçeya Pirsûsê 3 kesan jiyana xwe ji dest daye.    LI AVAHIYEKÊ DE 21 KESAN JIYANA XWE JI DEST DANE   Li navçeya Bêrecûkê ku erdhejê bandor lê kiribû gelek avahiyan xesar dît û li cahdeya nexweşxaneya kevn jî avahiyek hilweşiya û di encamê de 21 kesên di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dan. Welatiyên ku li derdorê kom bibûn bi lêv kirin ku hêj gelek kes di bin kavilan de hene û lêgerîna enkazan berdewam dike. Lê tevî ku di bin avahiyê de welatî li benda rizgarkirine jî hejmara tîmên lêgerînê pir kêm e.    ŞANDEYA HDP’Ê ÇÛ SERDANA WELATIYAN   Şandeya ku parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) a Rihayê Ayşe Surucu , aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Rêxistina Partiya Heremên Demokratîk(DBP) a Rihayê û rêxistinên DBP’ê û HDP’ê yên navçeya Pirsûsê  pêk dihat serdana gundê Taşlûkê yê girêdayî navçeya Pirsûsê ya Rihayê ku ji erdhêjê zirar dîtiye kirin. Şandeyê guhdariya pêdivî û pirsgirêkên welatiyan kirin. Welatiyan destnîşan kirin ku ew di wesayîtan de radizin.  Hat zanîn ku li navçeya Pirsûsê 3 kesan jiyana xwe ji dest dane. Her wiha welatî ji ber erdhejê neçar dimînin li derve bimînin û ji aliyê AFAD’ê ve tenê 13 kon hatine vekirin.    Şandeyê dû re serdana malbatên kesên ku li Hatay û Dîlokê ji erdhejê jiyana xwe ji dest dane kir.