Hikûmeta Herêma Kurdistanê kampanyaya alîkariyê da destpêkirin 2023-02-09 00:18:39   AVENDA NÛÇEYAN - Hikûmeta Herêma ji bo mexdûrên erdheja rojava û bakurê Kurdistanê kampanyaya alîkariyê da destpêkirin. Lijneya Wezîran a Herêma Kurdistanê îro bi serokatiya Serokwezîrê Herêma Federe ya Kurdistanê civiya. Lijneya Wezîran a Herêma Kurdistanê da zanîn ku konvoya alîkariya lezgîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Tirkiyeyê şandine. Lijneyê da zanîn ku dê alîkariyên wan bidomin. Di heman demê de lijneyê destnîşan kir ku ji bo alîkariyê ber bi herêmên Sûriyeyê ve jî bişînin, hemû tevdîrên pêwîst girtine. Di daxuyaniyê de hat gotin ku walîtiyên herêmê û rêveberên îdareyên serbixwe ji bo destpêkirina kampanyaya alîkariyê ya berfireh hatine erkdarkirin.