Federasyona Mafên Mirovan a Sûriyeyê: Bi lezgînî alîkariyê bidin Sûriyeyê 2023-02-09 00:33:44   NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Rêveber a Federasyona Mafên Mirovan a Sûriyeyê ji bo alîkariya bi gelên Sûriyeyê re bang li NY, welatên ku endamên Konseya Ewlekariyê, Xaça Sor û komîteyên navneteweyî û herêmî kir. Komîteya Rêveber a Federasyona Mafên Mirovan a Sûriyeyê , bang li Neteweyên Yekbûyî (NY), welatên ku endamên Konseya Ewlekariyê, rêxistinên navneteweyî, Xaça Sor, Hîva Sor û rêxistinên herêmî kir ku lîkariyê bidin bi sedan malbatên bûne mexdûrên erdhejê. Her wiha hat gotin ku di bin kavilan de bi sedan kes hene û ji bo rizgarkirina wan jî banga alîkariya lezgîn kir. Federasyona Mafên Mirovan a Sûriyeyê ji 92 rêxistinan, ji navendek û  komîteya navxweyî ya Sûriyeyê pêk tê.