Bi rojan piştre ji bin kavilan hatin rizgarkirin 2023-02-09 00:55:13   NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên li herêmên erdhejê de gelek kes piştî bi rojan hatin rizgarkirin. Di encama erdhejên Dîlok û Mereşê de bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan û xebatên ji bo rizgarkirina kesên di bin kavilên avahiyan de jî didomin. Di bin xerabeyên avahiyên li navçeya Nûrdagi ya Dîlokê de 2 jê zarok bi giştî 3 kes hatin rizgarkirin. Birîndar piştî mudaxaleya ewilî, bi ambulansan rakirin nexweşxaneyê. Çend kesên hatine rizgarkirin wiha ne: * Di encama xebatên li apartmaneke li Sîteya Ebrar a Mereşê de welatiyê bi navê Huseyîn Bakir ê 71 salî 67 saet piştî erdhejê hate rizgarkirin. * Tîma lêgerîn û rizgarkirinê ya Şaredariya Sîncanê, ji bin xerabeyên avahiyeke 7 qat a li Taxa Şazîbey a Mereşê welatiya bi navê Sevîm û keça wê Melîsa sax derxistin. Dayik û keça wê yên ku 67 saetan piştî erdhejê hatin rizgarkirin, radestî tîmên tenduristiyê hatin kirin. * Di xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên li ser kavilê Apartmana Demîr a li ser Cadeya Sakarya ya Semsûrê de Emîne ya 6 salî û xwişka wê ya 8 salî Feyza Atçeken hatin rizgarkirin. * Li navçeya Kirikhan a Hatayê, zarokê 13 salî yê bi navê Enes piştî 65 saetan hate rizgarkirin. * Zaroka bi navê Fatma Açikgoz a 6 salî, 61 saetan piştre li Hatayê ji hêla tîmên agirkujiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Konyayê û UMKE’yê ve hate rizgarkirin. * Tîmên lêgerîn-rizgarkirinê yên ku li ser kavilên avahiyeke Taxa Siratut a Dîlokê xebat dimeşandin, zaroka bi navê Elîf Ada ya 7 salî piştî 65 saetan rizgar kirin. Elîf Ada teslîmî komên tenduristiyê hate kirin û rakirin nexweşxaneyê.