EMEP li Meletiyê ye: Divê gel piştevaniyê bike 2023-02-09 01:18:11   MELETΠ- Erdhejê li Meletiyê rê li ber hilweşîneke mezin vekiribû. Serokê Giştî yê EMEP’ê Ercument Akdenîz li Meletiyê xebatên lêkolînê kir û wiha got: “Divê gel xwe ji piştevanî û piştgiriyê paşve nede.” Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ercument Akdenîz û şandeya pê re, li Meletiyê ku ji ber erdhejê hilweşîneke mezin lê çêbûye lêkolîn kirin. Di serdanê de Akdenîz anî ziman ku di erdhejê de endam, alîgir û hevalên xwe winda kirine û wiha got: “Em tev li merasîmên cenazeyên wan bûn û piştre jî me bi welatiyan re hevdîtin kirin.” Akdenîz, têkildarî rewşa Meletiyê jî ev tişt anî ziman: “Êşeke gelek giran heye, ev êş êşa me tevan e. Welatî neçar dimînin ku demek beriya demekî cenazeyên xwe veşêrin. Êşa vê gelek giran e. Em bi hêrs in lê bi tevahiya hêza xwe kampanyaya piştevaniyê birêxistin dikin. Banga min ji bo hemû welatiyan ew e ku xwe ji piştgirî û piştevaniyê paşve nedin. Pêdivî bi seferberiyeke topyekûn heye.”