Roja çaremîn a erdhejê: Di seqemê de bi hezaran kes li benda rizgarkirinê ne BLOGA ZINDÎ 2023-02-09 08:54:56 NAVENDA NÛÇEYAN - Nûçegihanên Ajansa Mezopotamya piştî daxuyaniyên Serokkomar Erdogan zext û binçavkirinên dest pê kirin jî ji herêmên erdhejê geşedanan radigihînin.    Li navçeya Bazarcixa Mereşê di 6’ê sibatê de du erdhej bi pileya 7.7 û 7.6 çêbûn. Erdhejê bandor li ser Mereşê û 9 bajarên din kirin û hejmara miriyên di erdhejê de zêde dibin. Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan li herêmên erdhejê Rewşa Awarte (OHAL) ragihand. Erdogan ê sê roj şûnve çû herêmên erdhejê û heqaret li mexdûrên erdhejê û muxalefetê kir û kesên kampanya hilbijartinê bi rê ve dibin, kir hedef.    Bi ragihandina OHAL’ê re gefên li dijî rojnamevan û kesên kampanyayên ji bo hilbijartinê bi rê ve dibin zêde bûn. Duh li gel ku rojnamevan hatin binçavkirin jî nûçegihanên Ajansa Mezopotamya (MA) ji Mereş, Dîlok, Meletî, Semsûr, Riha, Amed, Kilîs, Osmaniye, Edene û Hatayê geşedanên têkildarî rewşa erdhejê radigihînin.    21.58 - HEJMARA QÛRBANIYAN DERKET 17 HEZARÎ   AFAD’ê da zanîn ku hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane derket 17 hezar û 134 kesan.   21.53 - Nûçegihanê me Mehmet Guleş ku bi tevî dilxwazê erdhejê ve li Amedê bi îdiaya “belavkirina agahiyên şaş” hatibûn binçavkirin, bi şertê kontrola edlî hat berdan.    21.52 - Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş banga piştevaniyê kir û wiha got: “Divê niha bi koordînasyoneke bilez û bibandor re xwe bigihînin her kavilê, her mexdûrekî erdhejê.”   21.33 - 3 gundên Bazarcixa Mereşê ku MA’yê cara ewil dîmenên wan girt, herî kêm 156 kesan jiyana xwe ji dest daye. Lig undan ku merasîma cenazeyan bi awayekî giştî tê kirin, zêmar olan didin û gotina “Min dostê xwe yê qedîm winda kir keko” vê êşa bêtarîf xulase dike.   21.31 - Gundên Nûrdagiyê bûne kavil. Yek ji şêniyên Keferdîzliyê Hasan Yerebakmaz wiha bertek nîşan dide: “Navê AFAD’ê jê re dibêjin, wê demê ka AFAD? Dibêjin dewlet, ka dewlet?”   21.03 - Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmîrê Tunç Soyer çû serdana herêmên erdhejê û wiha got: “Devlet li holê nîne. Gel bi tena serê xwe ye.”   19.57 - 5 KES HATIN DERXISTIN   Li Apartmana Akar a 9 qatî ku di kolana 482’yemîn de li ser Cadeya Emek a navçeya Rezanê hilweşiya yek ji pitik 3 kes li Apartmana Işxak a heman navçeyê jî cenazeyê 2 kesan hatin derxistin.    19.50 - KNK’ê banga seferberiya neteweyî kir û got: “Em bang li hemû gelê Kurdistanê, Kurdistaniyên li derveyî welat û dostên kurdan dikin ku di nava seferberiyê de bin û bi ruhê neteweyî û bi hestên mirovahiyê, alîkariya mexdûrên erdhejê bikin."   19.47 - BI PIŞTGIRIYA GEL LI SER PÊYA NE   Welatiyên ku Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş li Semsûra di erdhejê de nêzî hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan serdana wan kir, diyar kirin ku li bajêr dewlet nîne û anîn ziman ku bi xwarin û vexwarina gel ji wan re tîne li piyan dimînin.    19.34 - Li navçeya Nûrdagiyê ya Dîlokê xebatên lêgerînê û rizgarkirinê didomin. Her ku diçe ji kesên di bin kavilan de ne hêvî tê birîn. Xebatên rizgarkirinê her çiqas tê kirin jî lê têr nake. Xebatên lêgerînê yên li taxên Yenî û Fatîhê bi dawî bûn. Hê jî li navçeyê gelek avahî hene ku lêgerîn lê nehatiye kirin.    19.08 - OHAL HAT QEBÛLKIRIN   OHAL’a ku wê 3 mehan li 10 bajarên ku erdhej lê bi bandor bû derbasdar be, ji aliyê Meclisê ve hate qebûlkirin û kete meriyetê.   19.04 - Hejmara qurbaniyên di erdheja ku navenda wê Mereş e, ji hejmara qurbaniyên erdheja Marmarayê derbas bû.    17.09 - 18 HEZAR NAN HATIN ŞANDIN    Li Şirnexê kampanyaya ku Dayikên Aştiyê dan destpêkirin berbelav dibe. Di rojekî de 18 hezar û 200 nan hatin berhevkirin û bo mexdûrên erdhejê hatin şandin.    17.03 - SERGOLAN WÊRAN BÛYE   Kavilên avahiyên hilweşiyayî yê navçeya Sergolanê ku di erdhejê de wêran bûye, mîna roja ewilî hêj li şûna xwe disekinin. Navçe wêran bûye û xelkê navçeyê dibêje tu hêviya wan nema ye û qet nebe bila cenazeyên wan ji bin kavilan bên derxistin.   16.51 - Cenazeyên li Osmaniyeyê ji bin kavilan hatin derxistin, li bûzxaneyan û mezbaxaneyan tên sekinandin.    16.37 - XELKÊ ELBISTANÊ BI TENÊ HATIYE HIŞTIN    Li Elbistanê ku bandor ji erdhejê girtiye, hema bibêje mirov bi tenê hatine hiştin. Li navçeyê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê piştî erdhejê bi du rojan hatin destpêkirin, lê ne av, ne ceryan û ne jî konekî ku gel lê bimîne û xwe germ bike tune ye.    16.16 - Şivan Goktumur ku li Amedê dikana wî ya donerê heye, deriyê dikana xwe ji bo mexdûrên erdhejê vekir û piştevaniya xelkê xwe dike.    16.15 - ŞanoWan û Aryen Kom ji bo piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re ber bi Hatayê ve bi rê ketin.    PIŞTÎ 83 SAETAN HAT RIZGARKIRIN   16.12 - Di xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên Elbistanê de 3 welatî piştî 80 saetan ji bin kavilan hatin derxistin.    16.11 - Li Antakyayê piştî 83 saetan ji bin kavilên avahiyekê zaroka bi navê Melda Ataş hat rizgarkirin.    15.55 - Seroka ÎTO’yê Nergîs Erdogan da zanîn ku ji bo xizmeta tenduristiyê ya li herêmên erdhejê serî li Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajar didin lê bersiva wan nayê dayîn û wiha got: “Divê Odeyên Bijîşkan neyên astengkirin.”    15.42 - OHAL’a ku Serokkomarê AKP’î Tayîp Erdogan ji bo herêma erdhejê ragihand li Meclisê tê nîqaşkirin.   15.31 - Li Amedê di bin kavilên Apartmana Cengîzlerê de hê jî gelek kes hene. Kesekî ku xizmên wî di bin kavilên avahiyê de ne diyar kir ku xebatên tên kirin bi piranî ji bo xelaskirina pereyên Akbankê ya di bin avahiyê maye tên kirin û wiha bertek nîşan da: "Ketine etra xelaskirina pereyên bankayê."    15.20 - ZEXTÊN LI SER ROJNAMEVANAN   Nûçegihanê me Mehmet Guleş û welatiyê bi navê Mehmet Nûrî Guzel ku bi awayekî dixwaz tev li xebatên lêgerîn-rizgarkirinê bûye, hatibûn binçavkirin. Di bin çavan de pirsa “Guzel got ‘AFAD li vir tune ye’ yan na?” ji Guleş hate kirin.    15.12 - Cenazeyên 4 ferdên malbata Ondeş ku ji bin kavilên erdheja li Meletiyê hatin derxistin, ji bo veşartinê şandin Stenbolê.    15.01 - 30 hezar mexdûrên erdhejê serî li Navenda Koordînasyona Krîzan a HDP’ê dan.    14.32 - DEMÎRTAŞ: PIRSGIRÊK ERDOGAN E    Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş bang li Serokkomar Erdogan kir û wiha got: “Ji bo xatirê Xwedê êdî bela xwe ji vî gelî veke Erdogan.”    14.30 - Xebatkarên Maseya Krîzê yên HDP’ê diyar kirin ku ji Semsûra wêran bûyî dewlet tenê bi dengê sîrenan hebûna xwe nîşan dide û banga piştevaniyê kirin. Suleyman Bayram ê li Amedê mala wî hilweşiya piştî pêçana birînên xwe çû Semsûrê.    14.30 - Polîsan TIR'a alîkariyê ya ku HDP'a Mêrdînê ji bo Meletiyê şand, li têketina navçeya Wêranşarê ya Meletiyê desteser kirin.    14.21 - ALÎKARIYA BOTANÊGIHÎŞT DÎLOKÊ   TIR’ên alîkariyê yên ji Botanê hatibûn şandin gihiştin Dîlokê. Alavên pêdiviyan ji hêla Maseya Krîzê ya HDP’ê ve bi awayekî organîzeyî tên belavkirin.    14.13 - Li Hataya ku kareseta erdhejê lê çêbûye tîm û amûrên rizgarkirinê kêm in û kavil nehatine rakirin û van tîman xwe negihandiye gundewaran. Parlamenterê TÎP’ê Ahmet Şik ku li herêmê ye got mirovên ku tên rizgarkirin jî dibe ku ji nexweşiyên şewbê bimirin.    14.00 - HEJMARA MIRIYAN DERKET 14 HEZAR Û 14 KESAN   Serokkomar Erdogan diyar kir ku hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane derket 14 hezar û 14 kesan.    13.51 - Seroka DTO’yê Dr. Elîf Turan da zanîn ku ew tevî gelek tîmên tenduristiyê yên dilxwaz re li herêmên erdhejê dixebitin û wiha got: “Êdî her kêlî pir krîtîk e.”    13.31 - Welatiyê bi navê Cûma li Antakyayê ji bo rizgarkirina biraziya xwe ya bi navê Kevser ku hêj pitik e, destê xwe da birîn û piştre jî jiyana xwe ji dest da.    13.18 - 152 KES HATINE VEŞARTIN   Li Amedê ku bandor ji her du erdhejên Mereşê girtin, herî kêm 182 kesî jiyana xwe ji dest dane. Li Goristana Yenîkoyê 152 kes hatin definkirin.    13.07 - ROJNAMEYAN BERDEVKIYA ERDOGAN KIR    Rojnameyên medya tirk piştî daxuyaniya Serokkomarê AKP’yî Erdogan ku heqaret li kesên dibêjin, “dewlet tune ye” kir, manşetên wek “Dewlet li ku ye” û “Dewlet tune ye piştevanî heye” derketin. Medya havûz a tirk carek din kavilan ji nedîtî ve hat û daxuyaniya Erdogan di manşetên xwe de nivîsand.    12.48 - Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê ku li Rihayê ji 253 avahiyên nikarin bên bikaranîn tenê di 19’an de hatin kirin, bi dawî bûn.    12.31 - Serokê DTSO’yê Mehmet Kaya diyar kir ku wan di bin banê Platforma Piştevanî û Parastinê ya Bajêr de maseyeke krîzê ava kirine û 82 saziyên sivîl ên Amedê pêk tê ew di nava koordînasyonekê de dixebitin.   12.21 - LI HEREMÊN ERDHEJÊ REWŞA HEWAYÊ    Erdhejên bi pileya 7,7 û 7,6'an ên li Bazarcixa Mereşê çêbûn, li Amed, Dîlok, Meletî, Riha, Semsûr, Hatay, Kilîs, Edene û Osmaniyeyê bûn sedema rûxandineke mezin. Li herêmên erdhejê ku sir û seqema zivistanê xwe li wan girtiye, germa hewayêm di biniya sifirê de ye.    12.03 - ULKUCIYAN JINEKÊ ŞÊLANDIN   Komên ulkucî yên di bin navê “dilxwazên" AFAD’ê de hatine navçeya Bazarcixê ku navenda erdhejê ye, dest bi şêlandina mexdûrên erdhejê kirin. Ulkuciyan 2 hezar û 350 Euro û 16 zêrên tam ên mexdûra erdhejê Asiye Kuşne jê stendin.    11.44 - Welatiyên ku li ber kavilên Apartmana Sozelê ya li Semta Ofîsê ya Yenîşehîrê sekinandî û li benda xebereke bi xêr in, anîn ziman ku saziyên dewletê ne li cem wan in û wisa bê çare li benda xeberekê bi xêr in.    11.43 - Endamê Akademiya Zanistê Erdnas Prof. Dr. Nacî Gorur têkildarî erdhejê nirxandinên girîng kir. Gorur, wiha got: “Em li bendê ne ku li Stenbolê herî kêm bi pileya 7.5 erdhej pêk bê. Em li bendê bûn ku erdhejeke biçûktir çêbibe lê xesara li Stenbolê dê ji ya Mereşê zêdetir be.”    11.07 - CENAZEYAN BI KAMYONAN DIKIŞÎNIN    Wezîfedarê AFAD’ê ku li navçeya Nûrdagiyê xebata rizgarkirinê didomîne diyar kir ku xebat hêdî tên birêvebirin û cenazeyan bi kamyona hafriyatê dikişînin.    11.03 - Li Semsûrê ku tîmên lêgerîn û rizgarkirinê kêm in, derket holê ku peywirdarên AFAD'ê yên ku piştî 36 saetan hatin, neperwerdekiriyên ku kincên "dilxwazan" li wan hatine kirin.    10.57 - Li Semsûrê bi hezaran kes di bin kavilên avahiyên hilweşiyayî de ne û malbatên wan li ser kavilan bi hêviya rizgarkirina wan in. Ahmet Şahîn ku piyên dayika wî di bin kavilan de xuya dikin wiha dibêje: “Ev bû sê roj li wir e. Mirî ye lê em dixwazin êdî cenazeyê xwe defin bikin.”      10:127 - Li taxa Cengîz Topel a navçeya Bazircixa Mereşê ku navenda erdhejê ye, 4 roj şûnve korîdora jiyanê hat vekirin û 3 kesên sax di bin kavilê avahiyekê de mabûn hatin rizgarkirin.    10.11 - XELK XWE BI XWE BIRÎNÊN XWE DIPÊÇE   Hat diyarkirin ku li gundê Keferdiz ê navçeya Nûrdagiyê ku 3 hezar welatî lê dijîn li gel ku 4 roj bi ser erdhejê re derbas bûye jî tîmên AFAD’ê xebata rizgarkirinê nedane destpêkirin.   09.46 - Adem Kara yê li Meletiyê di erdhejê de tiştên hatin serê wan anî ziman û wiha got: “Em du rojan tî û birçî man. Xebatên lêgerîn û xelaskirinê qet nebûn. Me got qey tenê li Meletiyê erdhej çêbû.   08:03 - AFAD'ê daxuyand ku hejmara miriyan saet ji 07.45'ê 9'ê sibatê ve gihîştiye 12 hezar û 873’an.    08:00 - HEJMARA MIRIYAN GIHÎŞT 12 HEZAR 391 KESAN   AFAD’ê daxuyand ku ji saet 03.00’ê 9ê sibatê ve hejmara miriyan gihîştiye 12 hezar û 391 kesan.    00.40 - LI RIHAYÊ HEJMARA QURBANIYAN GIHÎŞT 127 KESAN    Li Rihayê hejmara welatiyên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane gihîşt 127 kesan û gelek kes hê jî di bin kavilan de li benda rizgarkirinê ne.    00.34 - SEWQKIRINA BIRÎNDARAN DIDOME    Li herêmên erdhejê 44 welatiyên birîndar ku zarok jî di nav de hene û 10 refakatvan bi balafirê seqî nexweşxaneyên li Stenbolê kirin.