ROJEVA 9'Ê SIBATÊ 2023'YAN 2023-02-09 09:00:07 * Dayikên Botanê bi kampanyaya piştevaniyê ya "Ji her malê teştek nan" ji bo mexdûrên erdhêjê dan destpêkirin. Dayikên ku di taxan de dest bi pijandina nan kirin gotin: "Em nanê ser sifreya xwe ji mexdûran re bişinin."  * Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên erdhejê li Mereş, Semsûr, Meletî, Amed, Riha, Dîlok, Hatay, Osmaniye, Kilîsê û geşedanên têkildarî erdhejê dê bên şopandin.