Rêveberiya PADÊ: Tenê Rêveberiya Xweser dikare Şengalê biparêze 2023-02-09 09:35:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Meclisa Rêveberiya PADÊ Mûsa Qasim diyar kir ku bi hevkariya PDK'ê, MÎT'a tirk li Şengalê tevnika xwe ya sîxurtiyê bi rêxistin kiriye û wiha got: "Xiyaneta ku îro PDK li êzidiyan dike di dîrokê de kesekî nekiriye. Tekane hêza ku bikare Şengalê biparêze, Rêveberiya Xweser e.”    Di sala 2014'an de bi hevkarî û piştgiriya hin hêzan çeteyên DAIŞ'ê êriş birin Şengalê û bi hezaran êzidî qetil kirin. Gelek jinên ku ketin destê DAIŞ'ê jî di bazaran de hatin firotin. Pişt re bi alikariya HPG'ê Şengal ji DAIŞ'ê hat paqijkirin. Piştî êrişên DAIŞ'ê gefên Tirkiyeyê li ser Şengalê zêde bûn û Tirkiye bi bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi sedan êrişên hewayî li dijî Rêveberiya Xweser û pêşengên Şengalê pêk anîn. Hêzên taybet ên girêdayî Yekîneyên Parastina Şengalê (YBŞ) û hêzên ewlekariyê li dijî tora sîxûran ên girêdayî PDK û MÎT’ê “Operasyona Tolhildanê” li dar xistin. Di encama operasyonê de gelemperiya şebekeya sîxuran derket holê û gelek êrişên hatine kirin jî eşkere bûn. Endamê Meclisa Rêveberiya Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) Mûsa Qasim der barê sîxuran û operasyonê de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) axivî.   'BI DIJMIN RE HEVKARÎ NE KARÊ ÊZIDIYAN E'   Mûsa Qasim bal kişand ser rola pêşengên ku di encama êrişan de hatine qetilkirin û got ku êzidî deyndarê wan in û wiha axivî: "Li gel şehadeta hevalên me êşa me dubare bû. Bi dijmin re hevkarî ne karê civaka êzidî ye. Di dîroka êzidiyan de tu carî karê kuştin û teqandinê nehatiye dîtin. Ji ber ku civaka êzidî heta niha têra xwe kuştin û êş dîtine. Yek ji hevalên ku hatine qetilkirin hevalê Dijwar ji roja destpêkê heta dawiyê di nava berxwedanê de bû. Ji Şengalê bigire heta Rojava heval Dijwar şer kir û ber xwe da. Doza keç û xortên êzidî kir. PDK'ê hevalê Dijwar ji xwe re weke dijmin dît. Bi saya wan êzidî hatin rizgarkirin. Wan xwişk û birayên me parastin. Ji bo ku tişteke wiha careke din neyê jiyankirin têkoşiyan. Heval Dijwar û hevalên wî ku hatine şehîdkirin ji bo ku êzidî nebin koleyê tu kesî, hêza wan hebe, meclisên wan hebe, rêveberiyên wan hebin ku xwe bi xwe bi rê ve bibin heta roja dawiyê têkoşiyan. Wan jî dikarî pişta xwe bidana êzidiyan û Şengal terk bikirina. Lê wan ev zilm qebûl nekir. Dijminê me naxwaze ku hêzeke leşkerî ya êzidiyan hebe. Van hevalan tola keç û dayikên me ji DAIŞ'ê hilandin. Ew bûn sterkeke geş a êzidiyan. Bi hemû aliyan alikariya me kirin."   'DIXWAZIN ÊZIDIYAN REŞ BIKIN'   Qasim anî ziman ku PDK li ser êzidiyan polîtîkayeke taybet dide meşandin û wiha domand: "Ev tişt ji me re gelek balkêş e. Heger mirov li çand û dîroka êzidiyan binêre tiştekî, nepêkan e ku mirov tiştekî wihga bibîne. Ev sixûrtî ji ku derket? Bila gelê me zanibe ku ev hemû pêlîstokên PDK'ê ne. PDK naxwaze ku êzidî serê xwe rake. Niha êzidiyên ku di wargehên di bin kontrola PDK'ê de ne nikarin bi rehetî bibêjin em êzidî ne. Heta ku ji destê wan hat kirin û yê ku ji destê wan nehat jî hê nekirine. Niha jî pêşiya vegera êzidiyan a Şengalê digire. Beriya çend rojan 2 ciwanên êzidî derxistin ser televîzyonê. Wan zanî ku wan bi xwe pêşengê êzidî hedef nişandan û kuştin û rabûn li ser êzidiyan fîlmeke wiha çêkirin. Her du ciwanên êzidî dane ragihandina giştî. Ew kes çi dibêjin? Dibêjin ku, 'PKK'ê ev şer daye destpêkirin.' PKK bi rojan çiya bi çiya meşiya heta ku xwe gihand Şengalê û civaka êzidî ji komkujiyê xelas kir. Bi dehan gerilayên ku hatin Şengalê rizgarkirin di sicneyên PDK'ê de ne. Çawa dibe ku PKK li vir yekî perwerde bike û bibêje here wargehên PDK'ê. Ev tişt li dijî mantiqê mirovî ye. Bi van polîtîkayan dixwazin ku di cîhanê de êzidiyan reş bike."    'KESEK NIKARE HÊVIYA ME BIŞIKÎNE'   Mûsa Qasim diyar kir ku di dîroka êzidiyan de kesekî bi qasî PDK'ê xiyanet li wan nekiriye û ev tişt got: "Tişta ku PDK îro li ser êzidiyan dimeşîne di dîrokê de kesekî nekiriye. DAIŞ hat, DAIŞ hêzeke hov bû û li dijî mirovahiyê bû. Komkujiya ku wan kirî jî tu kesî nekiribû. Ew hatin û rasterast şer kirin. Lê PDK'ê xiyanet kir û pişt re hevalên me şehîd xistin. Lê hemû plan û armancên wan vala derketin. Tişta ku wan dixwest ew bû ku Asayîşa Êzidxan, Meclisên Êzidiyan, hêza YBŞ'ê li Şengalê bimîne. Bi vî awayî dijminatiya êzidiyan û Çiyayê Şengalê dikin. Lê belê li hemberî wan em ê bihêztir bibin. Wan hevalê Dijwar şehîd xistin û wisa fikirîn ku dê hêza me têk biçe lê belê bila xwe nexapînin. Em bêtir bihêz bûn. Tiştê ku îro me li ser pêyan dihêle xwîna şehîdên me ye. Çimkî me soz daye wan şehîdan. Weke Rêveberiya Xweser li Şengalê tişta ku me daye ber çavên xwe şehadet e. Kesek nikare hêviya me bişkine û kesek êdî nikare bi hêsanî lingê xwe biavêje Şengalê. Şengal bi xwîna şehîdan hatiye avakirin."   'PDK'Ê BI HEVKARIYA MÎT'Ê LÎSTOKEKE LIST'   Endamê Meclisa Rêveberiya PADÊ Mûsa Qasim bi lêv kir ku ji bilî Rêveberiya Xweser tu kes nîne ku Şengalê biparêze û wiha berdewam kir: "Ev sîxûr ji çanda êzdatiyê û ji nasnameya xwe derketine. Weke civaka êzidî me heqîqet bi çavê xwe dît. PDK'ê bi hevkariya MÎT'ê li ser Şengalê lîstokeke wisa lîst. Mirov ji van sîxûran re çi bêje kêm e. Mirov bibêje xayîn in kêm e, mirov bêje xwefiroş in kêm e. Bi êrişên li ser Asayîşa Êzidxanê armanc dikirin ku li ber çavê gel reş bikin. Ji bo ku ciwanên êzidiyan xwe ji Asayîşê dûr bikin, ji YBŞ û YJŞ'ê dûr bikin her carê hedef nîşandan. Dizanin ku ev hêz qewet bibe wê bikaribe doza mafê xwe bike. Ew naxwazin ku ev hêz tu caran li ser lingên xwe bisekine. Dixwazin ku hêzên me, rêxistinên me belav bikin. Dixwazin ku Rêveberiya Xweser tune bikin. Bila gelê me baş bizanibe ku ji xeynî Rêveberiya Xweser tu hêzên ku me biparêzin nîn in. Ew nebe dê kî doza mafê me bike?  Ew kesên ku di sala 2014'an de pişta xwe dane me û ev civake radestî DAIŞ'ê kirin dê ew mafê me biparêzin? Ev di xewnên şeva de jî çênabe."   'YÊ KU HESAB BIDE MALBATA BARZANE'   Qasim bi lêv kir ku malbata Barzanî ji ber ku ji darizandinê ditirse naxwaze ku êzidî bibin xwedî heq û axaftina xwe wiha qedand: “Em weke êzidî destê xwe bidin hev û em ji Rêveberiya Xweser re bibin alîkar em ê bikaribin pêşiya sixûrtiyê bigirin. Ji ber çi PDK îro li ser Şengalê van lîstokan dide meşandin? Ji ber ku dizane ku heger Şengal gihişte heqê xwe yekem kesê ku bên dadgeh kirin û hesab bide malbata Barzaniye. Rêveberiya Xweser gelek bedel dan. Rêveberiya Xweser 400-700 şehîd dane. Ji bilî Rêveberiya Xweser kê şehîd dane? Yê ku Şengal rizgar kirin ev e. Ew çi dixwazin? Hûn naxwazin êzidî bimînin? Heke ku hûn nexwazin wer in em li Şengalê ne. Me heta niha me êrişî li ser axa we nekiriye. Hûn êrişî axa me dikin. Em doza heq jî ji we nakin. Bi vê jî namînin MÎT'ê re dibin hevkar û pêşengên êzidiyan qetil dikin.”