Têkildarî serî rakirina li Girtîgeha Hatayê daxuyanî hate dayîn 2023-02-09 09:46:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan têkildarî serî rakirina girtiyan a li Girtîgeha tîpa T a Hatayê daxuyaniyek da û wiha got: “Di dema destwerdanê de 12 girtî û hikûmxwar birîndar bûn û 3’yan jî jiyana xwe ji dest dan.”    Hinek girtî û hikûmxwarên edlî yên li Girtîgeha Tîpa T a Hatayê hewl dan firar bikin û piştre jî şewat derket. Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan a Wezareta Dadê têkildarî bûyerê daxuyaniyek da. Midûriyetê îdia kir ku bi mebesta pêşîlêgirtina firaran, vemirandina şewatê û ewlehiya girtî û hikûmxwaran di çarçoveya mewzûata qanûnî de destwerdana pêwîst kirine.    Bi domdarî hate gotin ku di encama destwerdanê de hewldana firarê ya hinek girtî û hikûmxwaran hatiye astengkirin û ev agahî parve kirin: “Di dema destwerdana bûyeran de 12 girtî û hikûmxwarên edlî birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyê. Ji van birîndaran 3’yan jê jiyana xwe ji dest dan. Ji bo lêkolînkirina bûyerê, mifettîşên Wezareta Edaletê tehqîqeta edlî û îdarî dane destpêkirin. Îdiayên ku tecawiz li girtî/hikûmxwarên jin hatiye kirin û îdiayên din bi tevahî derew in. Di encama bûyerê de girtîgeh êdî nema dikare were bikaranîn lewma jî girtî li girtîgeheke din hatine sewqkirin.”