Karayê li Meletiyê ji erdhejê rizgar bû: Du rojan tî û birçî man 2023-02-09 09:46:32   ÊLIH - Adem Kara, yê tiştên li Meletiya ku herî zêde ji erdheja Mereşê bandor bûyî, jiyayî vegotin, wiha got: “Em du rojan tî û birçî man. Xebatên lêgerîn û xelaskirinê qet nebûn. Me got qey tenê li Meletiyê erdhej çêbû.”   Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li 10 bajarên ji erdhejên Mereşê yên bi pileyên 7,7 û 7,6 bandor bûn didomin. Yek ji bajarê ku erdhejê bandor lê kir jî bû Meletî. Adem Kara yê gihişt Êlihê serpêhatiyên xwe yên li Meletiyê vegotin û anî ziman ku rewş gelek giran e.    Kara, spasiyên xwe pêşkeşî ciwanên tev li kampanyaya alîkariyê ya Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bûne kirin û wiha got: “Hemû avahî ser û bin bûne, avahiyên mayî jî hilweşiyan e. Ez ji navendê hatim. Rewşa wir gelek xerabe. Nan û avê nabînin. Em du rojan tî û birçî man. Xebatên lêgerîn û xelaskirinê qet nînin. Me got qey tenê li Meletiyê erdhej çêbû. Lê me karî duh bi şev televizyonê temaşe bikin. Me lê nêrî ku li her derê çêbûye. Dozer, maşîneyên şikandin û qulkirinê lazim in.”   ‘BI SEDAN AVAHIYAN XEBAT NÎNE’   Kara, anî ziman ku dema dihat Êlihê rastî bi sedan TIR’ên alîkariyê hatiye û wiha got: “Du roj in mirov tî û birçî ne. Em du rojan bi şorbe û nan bi darê zorê li ser piyan man. Kesên şorbe dîtin, nan nedîtin. Kesên nan dîtin şorbe nedîtin. Me nan û şorbe di nava hev de par kir. Di sedan avahiyan de niha xebat nîne. Psîkolojiya me niha xera bûye. Min kampanyaya alîkariyê ya HDP’ê dît, tenê ji bo spasiyê hatim vir.”