WHO’yê ji bo erdhejê alîkarî da Tirkiye û Sûriyeyê 2023-02-09 09:58:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Dîrektorê Giştî yê WHO’yê Tedros Adhanom Ghebreyesus têkildarî erdhejên li Tirkiye û Sûriyeyê daxuyanî da û got ku ji bo alîkariyê fon hatiye veqetandin.    Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus li Navenda Giştî ya WHO’yê têkildarî erdheja Mereşê ku bandor li gelek bajarên bakurê Kurdistanê, Tirkiye û Sûriyeyê kiribû daxuyanî da.    Ghebreyesus di serî de ji bo malbatên ku xizmên xwe di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane sersaxî xwest û wiha got: “Heta niha zêdetirî 8 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran kes birîndar bûne û tê payîn ku ev hejmar zêdetir bibe. Ji ber mercên hewa û erdhejokan, ji bo rizgarkirina welatiyan em demê re ketine nava pêşbirkê. Hewcehiya wan bi cihê hewandinê, xwarinê, ava paqij, alavên tibbî û pêdiviyên din ên tenduristiyê heye. Ji bo xebatên li Tirkiye û Sûriyeyê, ji Fona Rewşa Lezgîn 3 milyon dolar hatin veqetandin.”    Bi domdarî Ghebreyesus got ku ji bo her du welatan jî alîkariya alavên tibbî kirine û wiha bi dawî kir: “Balafireke ku alavên tibbî û kîtên travmaya cerrahî tê de ji navenda lojîstîkê ya li Dubaiyê ber bi Stenbolê ve û balafirek jî ber bi Şamê ve ketiye rê. Em ê balafireke din jî bişînin. Ji bo koordînekirina destwerdanên li qadê, me komeke payabilind şandiye herêmê. Li gel van, li her du welatan jî 77 komên tenduristiya lezgîn ên neteweyî û 13 jî yên navneteweyî hatine peywirdarkirin.”