4 roj in xwe bi xwe birînên xwe dipêçin û cenazeyan derdixin! 2023-02-09 10:09:35   DÎLOK - Hat diyarkirin ku li gundê Keferdiz ê navçeya Nûrdagiyê ku 3 hezar welatî lê dijîn li gel ku 4 roj bi ser erdhejê re derbas bûye jî tîmên AFAD’ê xebata rizgarkirinê nedane destpêkirin.   Navçeya Nûrdagi ya Dîlokê jî di bin bandora erdhejê de maye. Li gundê Keferdizê yê Nûrdagiyê hema bêje xaniyek ku hilneweşiyabe nîne. 3 hezar nifûsê gundê Keferdizê heye. Heta niha tîmên AFAD’ê yên lêgerîn û rizgarkirinê li Keferdizê xebat nedane destpêkirin. Xelk bi derfetên xwe hewl dide qurbaniyên xwe ji bin kavilan derxe.    TEVAHIYA GUND HILWEŞIYAYE    Mesût Soylû yê ji Balikesîrê ji bo piştevaniya xizmên xwe hat gund diyar kir ku pismamê xwe û hevjîna wî bi destê xwe ji binê kavilan derxistiye. Soylû diyar kir ku gund bi temamî hilweşiyaye û got: “Dewletê vir ji bîra kiriye. Tu alîkarî neşandiye vir. Tu tîmên xebatê neşandiye. Xelkê me bi derfetên xwe hewl dide birînên xwe bipêçin. Xelk birçî û tî maye. Em dixwazin cihek ku xelkê me lê rûnê bê çêkirin.”    XELKÊ KEMÇEYAN KIRÊ KIR    Soylû anî ziman ku xelkê gund bi derfetên xwe kemçeyan kirê kirine û wiha axivî: “Agahiya ku dibêjin dewletê xwe gihandiye her deverê, derew e. Bi rêya medyayê xwe li her derê nîşan didin. Xelkê mer perîşan bûye û em alîkariyê dixwazin. Xelkê me li benda xwedîderketinê ye.”    4 ROJ DERBAS BÛN HÊ JÎ MIROV DI BIN KAVILAN DE NE    Ji şêniyên gund Mahmût Soylû jî da zanîn ku tevî ku 4 roj bi ser erdhejê re derbas bûne hê jî mirov di bin kavilan de ne û wiha got: “Em xwe bi xwe cenazeyên xwe derdixin. Xelk avê di sîtilan de dikelinin û cenazeyan dişon û defin dikin. Me kemçeyan kirê kir û didin xebitandin. Mazota wê qediya û kemçe sekinî.”    'HÊ JÎ LI BENDA AFAD’Ê NE…’    Soylû diyar kir ku tu rojnamevan nehatine gundê wan ku gilî û rewşa xwe ji wan re bêjin û wiha got: “Li gundê me 3 hezar nifûs heye. Malek ku xera nebûbe tune ye. Ceyran, av tune ye. Tiştek em ê we pê germ bikin tune ye. Em dixwazin xelkê me xwedî li me derkeve. Yên ku ji derve tên jî li vir perîşan dibin. Ji roja erdhejê ve em birçî ne. 4 roj derbas bûn lê hê jî AFAD li vir tune ye, hê jî cenaze di bin kavilan de hene. Bila birînên me bên pêçandin. Hin gund hene ku li benda AFAD’ê ne û hê jî cenazeyên xwe ji bin kavilan dernexistine. Mirovên me ji cihên dûr hatin lê hê jî AFAD’ê kempeçek neşandiye. Derfetên me têr nakin û gelek mirovên me di bin kavilan de ne.”    MA / Mujdat Can