Korîdora jiyanê hat vekirin: 3 kesên sax tên rizgarkirin 2023-02-09 10:34:24   MEREŞ - Li Taxa Cengîz Topelê ya Bazarcixa Mereşê, piştî 4 rojan korîdora jiyanê hat vekirin. 3 kesên sax tên rizgarkirin.    Li Bazarcixa Mereşê ku şeveke din jî di sar û seqemê de derbas kir, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin. Li Taxa Cengîz Topelê, di bin kavilên Apartmana Îbrahîm Kaya ya 5 qatî de cenazeyên 3kesan hatin dîtin. Welatiyên ku berê bi derfetên xwe kavilên heman avahiyê rakiribûn, 9 kesan bi saxî xelas kirin. Li kavilên apartmanê ku xebatên lêgerîn û rizgarkirin dereng lê dest pê kirin, vê carê jî cenaze hatin hatin derxistin.    KORÎDORA JIYANÊ   Fîdan Fistik ku li hember kavilên avahiyeke li Kolana 7'an bi hêvî sekiniye gotibû, "Dê roj kengî hilê?" Li avahiya ku Fîdan Fistikê li hember wê sekiniye, duh tîmên lêgerîn û rizgarkirinê xebat dabûn destpêkirin. Xebat bi şev dewam kirin. Di dema xebatan de ji bin kavilan dengê mirovan hat bihîstin. Piştî ku ji avahiya li kêlekê korîdorek hat vekirin, pêwendî bi kesên di bin kavilan re hat danîn. Hat hînkirtin ku dayik Hatîce Îgde ya 36 salî û kurên wê Mehmet Îgde û Melîh Îgde yên di qata ewil a avahiyê de diman, xwe di bin maseyê de parastine.    XEBATÊN FIREHKIRINA TUNELAN   Piştî pêwendî bi malbata Îgdeyê re hat danîn, 3 ambulans li ber avahiyê hatine sekinandin. Tîmên tenduristiyê ku di korîdorê de xwe gihandin birîndaran, dê mudaxileya ewil bikin. Her wiha xebatên firehkirina korîdorê jî didomin.    LI KOLANA 8'AN EMAREYÊN JIYANÊ TUNE NE   Li Kolana 8'an a Taxa Cengîz Topelê di apartmanê de ku berê cenazeyên du kesan jê hatibûn derxistin, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê seranserê rojê dewam kirin. Tîmên ku xwe negihandin du kesên ku tê gotin di bin kavilan de ne, navber dan xebatan. Xizmên kesên di bin kavilan de, gotin ew dizanin li vir emareyên jiyanê tune ne, lê dîsa jî dixwazin xebat bên temamkirin û cenaze bên derxistin.    BAJARÊ KONAN TÊ AVAKIRIN   Li taxên Menderes, Îstasyon û Çamlitepeyê yên Bazarcixê, gel şevên xwe di konan de derbas dikin. Li Taxa Ahmet Bozdaxê, AFAD'ê li statdyûmê dest bi avakirina bajarê konan kir. Her wiha li qeraxa golê ya li ser rêya Bazarcix-Mereşê jî kon tên danîn.    Ji xeynî vê gelek welatî bi derfetên xwe alîkariyê digihînin navçe. Kizilay jî alîakriyên ku bi TIR'an anîn navçeyê, li welatiyan belav dikin.    MA / Abdurrahman Gok - Azad Altay