Li piyên dayika xwe ya di bin kavilan de xuya dike dinihêre! 2023-02-09 10:57:13   SEMSÛR - Li Semsûrê bi hezaran kes di bin kavilên avahiyên hilweşiyayî de ne û malbatên wan li ser kavilan bi hêviya rizgarkirina wan in. Ahmet Şahîn ku piyên dayika wî di bin kavilan de xuya dikin wiha dibêje: “Ev bû sê roj li wir e. Mirî ye lê em dixwazin êdî cenazeyê xwe defin bikin.”    Bajarê Semsûrê bû yek ji wan bajaran ku bandoreke giran a erdheja Bazarcix a Mereşê li ser çêbû. Di roja 4’emîn a erdhejê de jî hejmareke zêde ya welatiyan ku nayê zanîn bê ka çend e di bin kavilên avahiyên hilweşiyayîn de ne. Heta niha herî kêm 800 cenaze ji bin xerabeyan hatine derxistin û daxuyaniyên fermî jî tenê ji gotina “xebat dimeşin” pêk tê. Cenaze li korîdorên nexweşxane, dibistanan û li serê kolanan tên sekinandin. Li bajar kon nehatine vedan û mexdûrên erdhejê di dema şevê de tên ber avahiyên xwe yên hilweşiyayî, agir vêdixin û şeva xwe bi zêmarên kurd derbas kirin.    Ji saetên ewil ên erdhejê ve ceyran, av, înternet û şebekeyên telefonê qut bûn. Xelkê bajar, ji tîmên lêgerîn-rizgarkirinê jî mehrûm ma. Welatî bi derfetên xwe xebatên rizgarkirinê dimeşînin û li hêla din jî rayedar tenê bi gotinên “Tîmên rizgarkirinê li hemû bajaran belav bûne” bisînor dimînin. Qîrînên ji bin xerabeyên bilind dibin, tenê ji hêla xizmên wan ve hatin bihîstin.    GOTIN DI QIRIKÊ DE DIMÎNIN    Dema em li bajar digerin, di her kolanê de, li her devera xerabeyan rastî heman bertekê tên: “Ji bo xatirê Xwedê dengê Semsûrê bidin bihîstin. Semsûr tune bû. Dayika min/bavê min û tevahiya malbata min di bin kavilan de ye. Em bang dikin lê kesek nayê. Ev dewlet li ku ye?” Her kesên ku van pirsa dikin, demekî şûnde gotin di qirika wan de dimîne.    'BI ROJA YE LI PIYÊN DAYIKA XWE YA DI BIN KAVIL DE DINÊRE’    Welatiyê bi navê Ahmet Şahîn ku piyên dayika wî di bin kavilan de xuya dikin wiha dibêje: “Ev bû sê roj li wir e. Mirî ye lê em dixwazin êdî cenazeyê xwe defin bikin.”Dema em pirsa “Ma kesek nehat?” dikin, Şahîn vê bersivê dide: “Kes nayê, heke dewlet bûya dê seriyekî li vir dabûya.”    Kesên ku di bin xerabeyan de li xizmên xwe, hevjîn û zarokên xwe digerin, bi navên wan bang lê dikin. Jinek banga “Kudret dengê xwe bike” dike û li ser xerabeyên avahiyên cuda jî bi navên cuda bang bilind dibin.    ‘REÎSÊ DIGOT ÊM HENE’ LI KU YE?’   Her welatiyekî ku bersiva dengê wan nayê dayîn berê xwe dide walîtiyê. Her carê ve ji ber xwe ve meş çêdibin. Li hêlekê gote gote “Dê Erdogan bê” belav dibe û li hêla din hejmara leşker û polîsan li wir tê zêdekirin û barîqet tên çêkirin. Dayikeke ku pêşiyê li me digire wiha dibêje: “40-50 xizmên me di bin kavilan de ne. Bikişînin ha bikişînin. Reîs li ku ye? Îcar dibêje; ‘heke tu kesê we nebe, em hene.’ Tu alîkarî nayên dayîn. Ev bû sê roj ku cenazeyên me di bin kavilan de ne.”    Dayikeke din jî bi gotina “Quretiya wî em xistin vî halî” hêrsa xwe nîşan dide. Her wiha got ku îdiaya “îktîkdar alîkariyê dide” derew e.    Welatiyek jî wiha dibêje: “Binivîsin birayê min binivîsin. Vê qiyametê binivîsin.” Her wiha dibêje liv û tevgera li derdora walîtiyê li kolanan nîne.    MA / Omer Akin - Ahmet Kanbal