Li Semsûrê dilxwazên AFAD'ê yên neperwerdekirî li qadê ne 2023-02-09 11:03:58 SEMSÛR - Li Semsûrê ku tîmên lêgerîn û rizgarkirinê kêm in, derket holê ku peywirdarên AFAD'ê yên ku piştî 36 saetan hatin, neperwerdekiriyên ku kincên "dilxwazan" li wan hatine kirin.    Hê jî ji bo Semsûrê ku bandoreke pir mezin ji erdheja Bazarcixa Mereşê girt, tîmên rizgarkirin û lêgerînê yên karibin heq ji kavilan derkevin nehatine şandin. Li bajêr heya niha hema bibêje tu xebat nehatiye kirin. Xebatên tên kirin jî ji aliyê welatiyan ve tên kirin.    AFAD MUHTACÎ ALÎKARIYÊ YE   Piştî 36 saetan hin tîmên lêgerîn û rizgarkirinê yên AFAD'ê gihîştin Semsûrê. Lê tîmên hatine pir kêm in. Tîmên hatin, bê ekîpman in. Tîmên AFAD'ê ku daxilî nava xebatên ji bo rizgarkirina ciwanê bi navê Mert Kamer bûn, ewilî pirsîn "çenteyê alîkariya lezgîn heye gelo?" Paşê kerbetan, tevşo, falçata hwd. xwestin. Tîmên îtfaiyeyê yên ku piştî AFAD'ê hatin, ger bi hîltiyê mudaxileyî kavilan nekirana belkî Mert Kamer hê jî di bin kavilan de bûna.    KINCÊN WAN HENE LÊ EW TUNE NE   Di roja sêyan de herî zêde tîmên lêgerînê li derdora Walîtiya Semsûrê xuya kirin. Di nava tîmên ji gelek deverên cîhanê hatin de, yên herî berbiçav yên Cezayîr û Çînê ne. Yên AFAD'ê jî ji kesên kincên "Dilxwazên AFAD'ê" lixwekirî pêk tên. Tîmên ji derve hatine hemû amûrên ji bo rizgarkirin û lêgerînê anîne.    DILXWAZÊ AFAD'Ê: EM BÊ PERWERDE NE   Ciwanekî ku kincê "Dilxwazê AFAD'ê" lê hatiye kirin got: "Em bi dilxwazî hatin. Me tu perwerde wernegirtiye. Ma em ne tîmên rizgarkirinê ne. Em tenê gava pêdiviya mirovan bi tiştekî hebe, alîkariya wan dikin. Em di otobusê de radizên. Ger kesek tiştekî belav bike, em jî dixwin. Lê wan hesabê her tiştî kiriye. Gava hûn tiştên ku ew dixwin bibînin..." Ev gotin, halê AFAD'ê bi her awayî dide der.    MA / Omer Akin - Ahmet Kanbal