4 roj in di bin kavilên Apartmana Sozelê de ne: Xebat kêm in 2023-02-09 11:44:58     AMED - Welatiyên ku li ber kavilên Apartmana Sozelê ya li Semta Ofîsê ya Yenîşehîrê sekinandî û li benda xebereke bi xêr in, anîn ziman ku saziyên dewletê ne li cem wan in û wisa bê çare li benda xeberekê bi xêr in.    Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li kavilên Apartmana Sozelê ya li Semta Ofîsê ya Amedê ku bandor ji erdhejê girtiye didomin. Welatiyên ku 4 roj in li ber kavilên avahiyê li benda xebereke bi xêr in, bertek nîşanî desthilatê dan. Welatiyan ragihand ku tîmên AFAD'ê yên li nav kavilan dixebitin tu tiştî ji wan re nabêjin û gotin ku tîmên dixebitin ne bitecrube ne.    ‘NE BI TECRUBE NE'   Îzzettîn Ekîncî ku birayê wî, hevjîna birayê wî û biraziyên wî di bin kavilan de ne, bal kişand ser kêmbûna xebatan û got: "Peywirdarên AFAD'ê yên hatine vir, hema bibêje ji Êlih, Mêrdîn û her derî hatine. Lê kêm in û ne bi tecrube ne. Ger hûn kesên bêtecrube bînin vir, dê rewş ev be. Ev kes berê karesat û erdhej nedîtine. Ger xebat bi lez û bez bihatana kirin, dê ev titş çênebûna. Çend roj in tu pêşketin tune ye. Li vê avahiya 9 qatî, her kes di qatên binî de maye. Ger ên sax hebin jî dê ji serma û birçîna bimirin." Ji heman malbatê Yakûp Ekîncî jî bal kişand ser hewaya sar got: "Rayedar tiştekî nakin, naxebitin."    ‘XEBATEK BI VÎ RENGÎ NABE'   Yucel Yildiz anî ziman ku ji Ordûyê hatiye û xizmên wî di bin kavilan de mane û got: "Apartman serobino bûye. Xebat kêm in. Dê mirovên di qatên din de bên derxistin an na ne diyar e. Teqwiye ne bi vî awayî ye. Mirov dê çawa bên rizgarkirin, kes tiştekî nabêje. Mirov dixebitin, lê xebatek bi vî rengî nabe."    ‘HER KÊLÎ GIRÎNG E'   Welatiyekî ku nexwest navê xwe bibêje û xizmên wî di bin kavilan de ne got: "Hevalê me û malbata wî di hundir de ne. Em bi tu awayî xwe nagihînin wan. Pir hêdî dixebitin, em nikarin xwe bigihînin hezkiriyên xwe. Kêliyek jî ji bo van mirovan pir girîng e, lê ên li dixebitin pir hêdî tevdigerin. Karesateke bi vî rengî heye û hin kes li pêy keyparêziyê ne. Tu xeber ji 4 kesan nayê girtin. Em li bendê ne, tu tişt ji destê me nayê. Em li benda derxistina wan in."    ‘SEDIYE TUNE YE'   Kesekî ku got ji malabata wî 3 kes di bin kavilên avahiyê de ne jî got: "10 kes li wir in û sax in. Mirov sax in, lê amûr tune ne û nayên rizgarkirin. Piraniya kesên di bin kavilan d emayî li têketina avahiyê ne. Gava avahî hilweşiyayê li wir bûne. Midûriyeta polîsan tenê mirov dehf dide, wekî din tiştekî nake. Gava mirov bi birîndarî tên derxistin jî sedye tune ne."    ‘AFAD TIŞTEKÎ NABÊJE'   Kesê bi navê Haci Hamdî Talay jî diyar kir ku di bin kavilan de hevjînên hev Welat û Evîn Talay û kurê wan Sermwet Talay (4) hene û got: "Herî dawî duh ber destê sibehê 4 eks bi saxî hatine rizgarkirin. Xebat kêm inb û ji duh heya niha tu pêşketin tune ye. Pir hêdî dixebitin. Molozên jora avahiyê  bi temamî hatine rakirin. Qolon rakirin. Di binî de dersxane hebû. Bîna bi xwar de çûye. AFAD, der barê cenazeyan de tu tişt nabêje."