Platforma Piştevanî û Parastina Bajêr a Amedê ji bo piştevaniyê bû seferber 2023-02-09 12:31:23   AMED - Serokê DTSO’yê Mehmet Kaya diyar kir ku wan di bin Platforma Piştevanî û Parastinê ya Bajêr de maseyeke krîzê ava kirine û 82 saziyên sivîl ên Amedê jî di nav de hene û ew di nava koordînasyonekê de dixebitin.   Li Ameda ku ji erdheja bi dijwariya 7,7 û 7,6 pileyî ya li navçeya Bazarcix a Mereşê rû da bandor bû, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi hevgirtin û seferberiyê tên meşandin. Yek ji pêkhateyên Platforma Piştevanî û Parastinê ya Bajêr a Amedê, Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya diyar kir ku li bajêr gelek avahiyan zirar dîtî ye û xebatên tespîta zirarê hatine destpêkirin.    DILXWAZ LI QADA ERDHEJÊ NE   Kaya, destnîşan kir ku rêxistinên sivîl ên civakî û hemû dînamîkên bajêr di nava koordînasyonekê de dixebitin û wiha got: “Li Amedê hemû dibistanên taybet, dibistanên dewletê, eywanên dawetê, malên şînê, mizgeftan deriyên xwe ji malbatên mexdûr re vekirin û 3 danan xwarin bi piştgiriya dilxwazan tê belavkirin.    82 RÊXISTIN BI HEV RE DIXEBITIN    Kaya, diyar kir ku piştî erdheja ewil wan di nava saetekê de bi beşdariya 82 rêxistinên sivîl ên civakî di bin navê Platforma Piştevanî û Parastinê ya Bajêr de maseya krîzê hatine avakirin û anî ziman ku wan maşîneyên kar ên bilez peydakirin şandine herêmên ku avahî hilweşiyan e û du xebatên cuda dimeşînin.    PIŞTGIRIYA XWARIN Û CIHÊ LÊ MAYÎNÊ DIDOMIN    Kaya, da zanîn ku weke karê ewil ji bo mirovên di bin kavilan de bên rizgarkirin tîmên pispor û maşîneyên kar organize kirine û anî ziman ku ji bo mirovên bi saxî hatine rizgarkirin ji nexweşxaneyan re bên veguhestin alîkarî kirine û ya duyemîn jî ji bo mexdûrên erdhejê yên ji ber erdhejê nikarin vegerin malên xwe pêdiviyên bingehîn ên weke cihê lê mayînê û xwarinê bi cih anîne.    ‘EM BI BAJARÊN DERDORÊ DE DI NAVA PIŞTEVANIYÊ DE NE’   Kaya, da zanîn ku rewşa bajêr li ber çavan girtine û beşeke hêza xwe veguhestine bajarên din ên ji erdhejê bandor bûne û wiha berdewam kir: “Em ji bajarên weke Semsûr, Elbîstan û Bazarcixê re xwarin, makîneyên kar, malzeme û pêdiviyên rojane bi awayekî zêde ji wan re dişînin. Di heman demê de di koordînasyonê de sektora me ya înşaetê, TMMOB û Miduriyeta Hawirdor û Bajarvaniyê ya Bajêr niha li navend û navçeyên derdorê xebatên nirxandina xisarê dimeşînin.”   ‘GEL XWE DIPARÊZE’   Kaya, bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Amed bi karsaz, hemwelatî û mirovên xwe yên dilxwaz re di vê erdhejê de weke bajarekî serkeftî ye. Rastiya ku gelê bajêr hevdu diparêze, bêyî ku hewcehî bi derve hebe xwe diparêze û hevgiriyê nîşan dide. Ev yek ji bo Tirkiyeyê mînakeke baş e. Ji ber ku Amedê di nava 3 rojan de hemû pirsgirêkên xwe çareser kirin, hate asta ku alîkariya bajarên derdorê bike. Çanda xebata bi hev re û şêwrê pir girîng e. Em spasiyê pêşkeşî saziyên sivîl ên civakî yên li Amedê û mirovên xwe yên hestiyar dikin.”