Li Rihayê di 19 kavilan de xebat hatin bidawîkirin 2023-02-09 12:48:00 RIHA - Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê ku li Rihayê ji 253 avahiyên nikarin bên bikaranîn tenê di 19’an de hatin kirin, bi dawî bûn.    AFAD’ê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ragihand ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li Rihayê ku di erdhejê de xisar dîtine, temam bûne. Wezîrê Maliye û Xezîneyê Nûreddîn Nebatî yên têkildarî xisara li Rihayê daxuyanî da jî da zanîn ku li Rihayê 253 avahiyên nikarin bên bikaranîn hene, 170 kesan jiyana xwe ji dest dane, 3 hezar û 423 kes ji nexweşxaneyan hatine derxistin, 39 kes li beşên lezgîn ên nexweşxaneyan, 110 kes di bêşên lênêrîna awarte de û 328 kes jî di servîsên nexweşxaneyan de tên dermankirin.    Nebatî, da zanîn ku ji 253 avahiyên nikarin bên bikaranîn tenê di 19’an de xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hatine meşandin û niha ev xebat bi dawî bûne.