Medya havûzê carek din pesnê Erdogan da 2023-02-09 13:07:00   ENQERE - Rojnameyên medya tirk piştî daxuyaniya Serokkomarê AKP’yî Erdogan ku heqaret li kesên dibêjin, “dewlet tune ye” kir, manşetên wek “Dewlet li ku ye” û “Dewlet tune ye piştevanî heye” derketin. Medya havûz a tirk carek din kavilan ji nedîtî ve hat û daxuyaniya Erdogan di manşetên xwe de nivîsand.      Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan piştî 56 saetan çû Mereşê û Hatayê ku karesatek mezin a erdhejê lê qewimî ye. Erdogan li Hatayê heqaret li mexdûrên erdhejê, siyasetmedar û rojnamevanan kir û got, “Yên ku dibêjin dewlet tune ye, bênamûs û bêşeref e” û hedef da nîşandan. Medya tirk ango rojnameyên tirk ên ku alîgiriya îktidarê dikin û wek medya havûzê tên binavkirin, carek din li şûna ku cih bigin gilî û gazin û rexneyên xelkê lê cih dan axaftina Erdogan û kirin manşet. Rojnameyên tirk ên ku mexdûriyeta xelkê ji nedîtî ve hatin û cih nadin karesata mezin, ji daxuyaniyên Erdogan, manşetên wek “Dewlet tune ye piştevanî heye” û “Dewlet li ku ye” kirin manşetên xwe.    Hemû rojname li ser axaftina Erdogan rawestiyan û carek din pesnê Erdogan dan.   Rojnameyên muxalîf jî wek her demê bûn deng û rengê mexdûrên erdhejê. Rojnameya Evrenselê manşeta, “Burokrasî Çû Alîkarî Neçû” nivîsand. Rojnameya Bîrgunê jî bi manşeta “Qilqiliya Nixûmandina Sûc” derket.    Rojnameya Yenî Yaşamê jî bi manşeta “Av tune ye, nan tune ye, alîkarî tune ye, dewlet tune ye, kavilbûn heye… Xelk xwe bi xwe birînên xwe dipêçe: Dewlet Tune Ye Piştevanî Heye” derket. Rojnameyê di surmanşeta xwe de jî wiha nivîsand: “Sedema OHAL’ê tirsa hilbijartinê û gel e.”