Li Amedê li Goristana Yenîkoyê 152 cenaze hatine veşartin 2023-02-09 13:18:00   AMED - Li Amedê ku bandor ji her du erdhejên Mereşê girtin, herî kêm 182 kesî jiyana xwe ji dest dane. Li Goristana Yenîkoyê 152 kes hatin definkirin.    Li Amedê ku bandor ji erdhejên Mereşê yên bi pileya 7,7 û 7,6'an girt, hejmara miriyan gihîşt 182'yan û ya birîndaran jî gihîşt hezar û 80 kesî. Li gor daneyên Maseya Krîzê ya Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ya Amedê, 182 kesan jiyana xwe ji dest daye, hezar û 80 kes birîndar bûne û ji birîndaran 130 kes hê jî tên dermankirin. 32 kes jî di beşa awarte de ne.    152 CENAZE LI GORISTANA YENÎKOYÊ HATIN DEFINKIRIN   Li bajêr heya niha cenazeyê 152 kesan li Goristana Yenîkoyê ya li navçeya Rezanê hatine definkirin. Tê gotin ku hejmara cenazeyên hatine veşartin hîn zêdetir e.    JI APARTMANA CENGÎZLERÊ CENAZEYEK HAT DERXISTIN   Îro danê sibehê li nav kavilên Apartmana Cengîzlerê cenazeyek din jî hat derxistin. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li vir didomin.    3 CENAZEYÊN DIN JÎ JI DIYAR GALERÎAYÊ HATIN DERXISTIN   Ji bin kavilên AVM'ya Diyar Galerîayê ku duh êvarî cenazeyên 3 kesên din jî hatin derxistin. Tevî van 3 kesên dawî heya niha ji bin kavilên Diyar Galerîayê 116 kes hatine derxistin. Li gorî agahiyên ji rayedarên AFAD'ê hatine wergirtin, hê jî di bin kavilên avahiyê de herî kêm 80 kes hene.    DI ROJA 4'AN DE BI SAXÎ JI BIN KAVILAN HAT DERXISTIN   Bi şev ji bin kavilên Apartmana Yoldaşê ya li navçeya Rezanê, jina bi navê Yazgul Çaçanê bi saxî hat derxistin. Her wiha ji heman malbatê cenazeyên 3 kesan jî hat derxistin.    JI BIN APARTMANA AKARÊ (HÎSAMÎ) 2 CENAZE HATIN DERXISTIN   Duh bi şev jin bin kavilên Apartmana Akarê (Hîsamî) cenazeyên 2 kesan hatin derxistin.    PÊWENDÎ BI DU JINAN RE HAT DANÎN   Ji bin heman kavilan pêwendî bi Beşîrî Yildiz û ji heman malbatê bi jineke ku navê wê nehat hînkirin, pêwendî hat danîn. Ji bo rizgarkirina Yildiz û jina navê wê nehat hînkirin xebat didomin.    LI MORGÊ 33 CENAZE   Li gorî agahiyên bi dest ketin, li morgên nexweşxaneyan herî kêm 33 cenaze hene. Ji van cenazeyan hê nasnameya yekî nehatiye eşkerekirin û 12 jê li morga Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Yaşargîlê, yek jê bê nasname 12 cenaze li morga Saziya Tiba Edlî ay Amedê û yek jê bê nasname jî cenazeyê 9 kesan li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyubiyê tên sekinandin.    Îro malbata Rozerîn Batmaz û Yasîn Batman cenazeyên wan wergirtin û ew li Goristana Yenîkoyê veşartin.