Yuksekdag: Em ê hemû bi hev re van kavilan rakin 2023-02-09 13:23:51   ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag ji bo qurbaniyên erdhejê peyama sersaxiyê şand û got: “Em ê hemû bi hev re van kavilan rakin.”    Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag a li Girtîgeha Kandirayê ya Tîpa F’yê girtî ye ji bo karesata erdheja li bakurê Kurdistanê çêbû, peyama sersaxiyê şand. Yuksekdag bi rêya telefonê li gel malbata xwe axivî û diyar kiriye ku ew sesaxiyê ji qurbaniyan re dixwaze û got: “Em ji bo hemû qurbaniyên xwe xemgîniya xwe parve dikin. Êşa me gelek mezin e. Ez ji hemû malbatan û gelê me re sersaxiyê dixwazim. Em ê hemû bi hev re van kavilan rakin û birînên xwe bipêçîn. Ji bilî vê jî rêyek me din tune ye.”