Ji bo rizgarkirina pitikê destê xwe da birîn, jiyana xwe ji dest da! 2023-02-09 13:31:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Welatiyê bi navê Cûma li Antakyayê ji bo rizgarkirina biraziya xwe ya bi navê Kevser ku hêj pitik e, destê xwe da birîn û piştre jî jiyana xwe ji dest da.    Yek ji deverên herî zêde ji erdheja Mereşê bibandor bûyî jî navçeya Antakya ya Hatayê ye. Welatiyê bi navê Cûma ku li Apartmana Akevler a li ser Cadeya Ustem Tumer Paşa ya navçeya Antakyayê di bin xerabeyan de mabû, ji bo biraziya xwe ya pitik Kevserê rizgar bike destê xwe da birîn.    JI BO PITIKÊ JIYANA XWE JI DEST DA   Lîstikvan Hakan Hatîpoglû ku li herêma erdhejê bû şahidê vê bûyerê, li ser hesaba xwe ya medyaya civakî dîmenek parve kir û ev bûyer vegot. Hatîpoglû ev tişt anî ziman: “Niha di hundirê avahî de zilamek heye. Li pişt wî jî pitikek. Milê wî di bin xerabeyan de ma ye û demek berê qebûl kir ku milê wî were birîn. Dê destê wî were birîn da ku wê pitikê rizgar bike. Li vir bûyereke pir mezin tê jiyîn. Ev der ne wekî tiştên hûn di televîzyonê de dibînin e. Lewma jî ji kerema xwe alîkariyê bidin. Ev yek pir girîng e, ji we rica dikim. Bi taybet jî ji bo Hatayê, Antakyayê... Ji ber ku her der rûxiyaye... Her dever... Tu tiştekî li ser vê bê gotin nîne. Rewşeke gelek kambax e.”    'GELO ÊŞEKE WIHA HEYE...’   Hatîpoglû ji bo dîmenê ku parve kiriye wiha got: “Xwedayê min... Zilam ji bo ku zarokê xwe rizgar bike, destê xwe dide birîn. Ey Xwedê, ma êşeke wiha heye?”    Hatîpoglû, got ku zilamê ji bo rizgarkirina pitikê destê xwe daye birîn li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da û wiha got: “Hevalê ku destê xwe feda kirî, ji hêla tîmên rizgarkirinê yên Avusturyayî û AFAD’ê ve ji bin kavilan hate derxistin. Lê mixabin gavek berê agahî hat û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Ji bo Kevserê jî heman tîm bi hev re dixebitin. Duayên xwe kêm nekin. Gelek kes di bin kavilan de ne. Gelek kes.”    Li gorî parvekirinên Hatîpoglû, pitik Kevser di saeta 70’emîn a xebatan de ji bin kavilan hate derxistin.