Dr. Turan: Êdî her kêlî pir krîtîk e 2023-02-09 13:51:07   AMED - Seroka DTO’yê Dr. Elîf Turan da zanîn ku ew tevî gelek tîmên tenduristiyê yên dilxwaz re li herêmên erdhejê dixebitin û wiha got: “Êdî her kêlî pir krîtîk e.”    Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê (DTO) Dr. Elîf Turan da zanîn ku piştî erdhejên bi pileyên 7,7 û 7,6 ên navenda wan Bazarcix a Mereşê, li gelek bajaran tevî xebatkarên tenduristiyê dest bi xebatan kirine.    Turan, got ku li Amedê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihiştiye 182 kesan û wiha dom kir: “Nêzî 900 birîndar jî piştî tedawiyê ji nexweşxaneyê derketin. Di halê hazir de 130 birîndar li ser cih tên tedawîkirin. Di nava van de tenê kesên ji Amedê nînin. Yên ku ji bajarên derve bibandor bûn jî hene. Nêzî 60 birîndar ji derve hatine. Di hevdîtina bi Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajar de hat gotin ku ambulans û tîmên UMKE’yê jî hatine şandin. Di halê hazir de her deqîq, her saet û her kêlî pir krîtîk e. Li Amedê ji hêla ekîbmentên tenduristiyê de pirsgirêk tune ye. Ji hêla xebatkarên tenduristiyê ve de jî pirsgirêk tune ye. Amed bi têrî xwe dike. Xwedî wê kapasîteyê ye ku pêdiviyên xwe pêşwazî bike.”    ‘DILXWAZ SERÎ LÊ DIDIN’    Herî dawî jî Turan ev tişt anî ziman: “Bi qasî hêza xwe me ji bajarên derdorê re tîm şandin. Me hawîzeke dilxwazan ava kiriye û her roj serlêdan tên kirin. Ji bo ku hêza xwe baş bi kar bînin, em hewl didin organîzasyonekê bikin. Gelek hevalên me yên ji bajarên rojava hatine wan bajaran. Ya herî baş ew e ku li gorî branşan bên parve kirin. Lewma em ê organîzasyoneke baş bikin û biçin. Em wan ji navendê re radigihînin.”