Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derket 14 hezar û 14 kesan 2023-02-09 14:00:45   DÎLOK - Serokkomar Erdogan diyar kir ku hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane derket 14 hezar û 14 kesan.    Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan li Dîlokê ku Rewşa Awarte (OHAL) lê hatiye ragihandin axivî. Daxuyanî li bajarê konan a AFAD’ê axivî û wiha got: “Di erdhejê de heta iha 14 hezar û 14 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hejmara birîndaran jî bû 63 hezar û 794 kesan. Em ê 10 hezar lîreyan bidin mexdûrên erdhejê.”