TIR’ên ji Botanê hatine şandin gihiştin Dîlokê 2023-02-09 14:21:21   DÎLOK - TIR’ên alîkariyê yên ji Botanê hatibûn şandin gihiştin Dîlokê. Alavên pêdiviyan ji hêla Maseya Krîzê ya HDP’ê ve bi awayekî organîzeyî tên belavkirin.    Di 6’ê sibatê de bi pileya 7,7 û 7,6’an de erdhej çêbû ku navenda wê Bazarcix a Mereşê bû. Yek ji bajarên ku ji ber erdhejê rûxiyayî jî Dîlok bû. Ji bo piştevaniya bi mexdûrên erdhejê yên Dîlokê, di serî de Şirnex û navçeyên wê, ji gelek bajaran alîkarî hatin şandin. Alavên pêdiviyan ên li TIR’an hatine barkirin, radestî Maseya Krîzê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin kirin. Pêdiviyên weke nan, av, pateyên zarokan, xurek, betaniye û hwd., ji hêla dilxwazên ji Êlih, Sêrt û Şirnexê hatin li mexdûrên erdhejê yê li navenda Dîlokê, Nûrdagi û Islehiyeyê tên belavkirin.    BOTANÊ SEFERBERÎ RAGIHAND    Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) bi TIR’ên alîkariyê re hatin herêmên erdhejê. Îmîr, da zanîn ku bajarên ku ji erdhejê bandor nebûyîn ji bo mexdûrên erdhejê seferberî ragihandine û wiha got: “Şevê din em bi 3 TIR’an hatin Dîlokê. Ji roja erdhejê heta niha Herêma Botanê bi dehan TIR’ên alîkariyê şandin Semsûr û Meletiyê. Em van alîkariyan bi awayekî organîzeyî belav dikin. Em ê gelê xwe bi tenê nehêlin.”   POLÎTÎKAYA OHAL’Ê DI BIN ERDHEJÊ DE MA    Îmîr, got ku OHAL êdî bûye şêweyê polîtîkaya AKP-MHP’ê û wiha bi dawî kir: “Ev polîtîka îro di bin erdhejê de ma. Bi roja ye em li kolanan e û dibînin ku tu alîkarî nedayîne gel. Dema alîkarî tên jî xwe li benda şandeyên partiya îktîdarê û çapemeniyê digirin. Pêşî li alîkariyan digirin. Lê bedela wê çi dibe bila bibe em ê alîkariyên tên şandin bigihînin gel. Lewma bila her kes bi ruhê seferberiyê alîkariyê bişînin. Bi dehhezaran kes mexdûr e. Ev bû 4 roj ku parçeyeke nan neketiye destê gel. Lewma divê em bibin alîkar.”    MA / Mujdat Can