Polîsan TIR'a alîkariyê ya diçû Meletiyê desteser kir 2023-02-09 14:30:11 MELETÎ - Polîsan TIR'a alîkariyê ya ku HDP'a Mêrdînê ji bo Meletiyê şand, li têketina navçeya Wêranşarê ya Meletiyê desteser kirin.    TIR'a alîkariyê ya ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê ji ber erdhejê ji Wêranşara Meletiyê re şand, li têketina navçeyê ji aliyên polîsên TEM'ê ve hat sekinandin. Polîsan nehişt TIR'a alîkariyê biçe navçeyê û ew desteser kirin. Polîsên ku TIR'ê desteser kirin gotin dê ji bolî alîkariyên AFAD'ê destûra tu alîkariyan nedin.