Ji Semsûra ku ji bilî dengê sîrenan dewlet lê nîne banga piştevaniyê 2023-02-09 14:30:50   SEMSÛR - Xebatkarên Maseya Krîzê yên HDP’ê diyar kirin ku ji Semsûra wêran bûyî dewlet tenê bi dengê sîrenan hebûna xwe nîşan dide û banga piştevaniyê kirin. Suleyman Bayram ê li Amedê mala wî hilweşiya piştî pêçana birînên xwe çû Semsûrê.    Li Semsûra yek ji bajarên ku ji erdheja bi pileya 7,7 û 7,6 li Bazarcixa Mereşê çêbû bandor bû, bi hezaran avahî hilweşiyan, nêzî hezar kesan jiyana xwe ji dest dan û bi deh hezaran kes jî birîndar bûn. Li bajêr xebatên rizgarkirin û lêgerînê berdewam dikin. Li aliyê din jî xebatên navenda krîzê ku rêxistinên sivîl ên civakî, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ava kirine berdewam dikin.    NÎŞANEYA DEWLETÊ DENGÊN SÎRENAN E!   Şerefxan Aydin ku li ser navê Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyaran a Tirk ( TMMOB) a di navenda krîzê de cih girt, diyar kir ku ew ji Amedê hatine û wiha got: “Me rewşa li vir dît. Rewş gelek xerab e. Berî ku em werin me bihîst ku hin cih hilweşiyan e lê me dît ku ji sedî 95 avahiyên li bajêr di rewşeke ku nikarin bên bikaranîn de ne. Li vir trajediyeke mezin heye. Dewleta ku berpirs e jî li vir nîne. Tu saziyên aydê dewletê li vir naxebitin. Ji bilî dengê sîrenan ên ambûlans û wesayîtên polîsan li vir dewlet nîne. Tenê 2-3 kes şandine. Ew jî ji bo bibêjin ‘em li vir in’şandine. Berpirsyartî ketiye ser milê me.”   PÊDIVIYÊN LEZGÎN   Aydin, anî ziman ku hewl didin malzemeyên pêwist ên ji her çar aliyên welat hatine bigihînin gel û wiha got: “Me li hemû navçeyan hevalên berpirsyar diyar kirin. Em pêdiviyên her navçe û gund tespît dikin û alîkariyê ji wan re dişinin. Me li vir di bajêr de du depo diyar kirin. Alîkariyên tên ji vir dişînin cihên hatine tespîtkirin. Gelek pêdiviyên gelê me hene. Bi taybetî niha bi lezgînî pêdivî bi kon û sobeyan hene. Li vir hewa gelek sar e û mirov hêj li derve ne. Divê em bi lezgînî van pêdiviyan pêşwazî bikin. Dîsa ji bo em alîkariya belav bikin wesayîtên bi tarzê pîkap lazim in. Ji bo ku li taxan alîkariyê bikin pêdiviya me bi wesayîtên biçûk heye.”   ‘PÊDIVÎ BI HÊZA MIROVAN HEYE’   Aydin, da zanîn ku ji gelek bajaran dilxwaz hene, herkes dixwaze alîkariyê bike û ev tişt gotin: “Bi taybetî divê ciwanên me bên vê derê. Pêdiviya me gelek bi wan heye. Hêj di bin kavilan de mirov hene. Pêdiviya me bi hêza mirovan heye. Em ji bo piştgiriya teknîk hatin vir lê ewqas pêdivî heye ku dor nayê wê. Gel bi derfetên xwe kepçe tevirên bi derfetên xwe peyda kirine diçin ser kavilan û hewl didin xizmên xwe xelas bikin.”   LI AMEDÊ MALA WÎ HILWEŞIYA ÇÛ HAWARA SEMSÛRÊ    Suleyman Bayram ê mala wî hilweşiya piştî ku birînên xwe pêçan weke dixwaz hate bajêr wiha bang li ciwanan kir: “Hûn li ku dibin bila bibin, ji bo alîkariyê werin herêmên erdhejê. Kî nêzî ku bibe divê di zûtirîn demê de biçe wir û alîkariyê bike. Mala min a li Amedê hilweşiya lê li vir zêdetir pêdivî pê heye. Rewşa li vir ji ya me xerabtir e. Dîsa Mereş, Dîlok, Hatay her der di rewşeke xirab de ne. Alîkarî ne tenê derxistina kesekî ji binê xirbeyan e. Li vir belavkirina pêdiviyên mirovî jî  alîkariyeke. Heke alîkarî bi deqîqeyekê zû bên dê baştir be.”   ‘JI BILÎ GEL KES NÎNE’   Ercan Çam ê ji navçeya Qosera Mêrdînê hatiye bajêr jî wiha got: “Ez li ser navê KESK’ê hatim. Rewşa li vir gelek xerabe. Pêdiviyên mirovan gelek in. Ji bilî dilxwazan kesek li vir nîne. Em hewl didin xwe bigihînin herkesê, lê em jî dikarin heta cihekê biçin. Derfetên me bisînor in. Qasî ku ji destê me tê em alîkariya gelê xwe dikin.”   ‘ROJ ROJA YEKITÎ Û PIŞTEVANIYÊ’   Dîlan Taş a ji Rihayê hat jî ev tişt gotin: “Li navçeya me jî avahî hilweşiyan lê hilweşîna li vir gelek zêdetir e. Em ji ber wê hatin vir. Em alîkariyên ji maseya krîzê re tên belav dikin û dibin alîkar. Em ji gund, navçe û her derê re dibin alîkar. Rewşa vir gelek xerabe ye. Divê herkes alîkarî bike. Îro roj roja yekitî û piştevaniyê ye. Divê her kes tişta ji destê wan bê bike. Divê demildest em pêdiviyan pêşwazî bikin.”   MA / Omer Akin - Ahmet Kanbal