Demîrtaş ji Erdogan re got: Pirsgirêk tu yî 2023-02-09 14:32:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş bang li Serokkomar Erdogan kir û wiha got: “Ji bo xatirê Xwedê êdî bela xwe ji vî gelî veke Erdogan.”    Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş têkildarî erdheja navenda wê Mereşê bang li Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan kir. Demîrtaş li ser medyaya civakî ku pirsa “Tu dizanî pirsgirêk çi ye Erdogan?” kir û ev tişt anî ziman:    "Tu dizanî pirsgirêk çi ye Erdogan? Hemû rayeyên welêt di destê te de ne, em bi qasî dinyayekê alîkariyan kom dikin lê nikarin ji ber te bigihînin xwişk û birayên xwe. Pirsgirêk tu yî Erdogan.    Tu dizanî pirsgirêk çi ye Erdogan? Dema tu li kesên êşên pir mezin kişandin dinihêrî, dayika xwe, bavê xwe, mirovan nabînî. Tu her yek ji wan tenê weke dengekî, weke tiştekî ji rêzê dibînî. Pirsgirêk tu yî Erdogan.    Tu dizanî pirsgirêk çi ye Erdogan? Te hezkirin, girîn, hembêz kirin, dilovanî ji bîr kiriye. Em 85 milyon insan û tu ji dinyayên cuda ne. Te însanetî ji bîr kir. Pirsgirêk tu yî Erdogan.    Tu dizanî çareserî çi ye Erdogan? Qedexe neke, asteng neke, heqaret neke, gefan nexwe, çêran neke. Ji navberê derkeve. Em bi xwe dê birînên xwe bicebirînin. Ji bo xatirê Xwedê êdî bela xwe ji vî gelî veke Erdogan!”