Li Sûriyeyê bîlançoya erdhejê: 3 hezar û 162 kesî jiyana xwe ji dest da 2023-02-09 14:35:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Sûriyeyê hejmara kesên ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dane, gihîşt 3 hezar û 162'yan.    Erdhejên bi pileya 7,7 û 7,6'an ên li Mereşê çêbûn, bandor li gelek bajarên Sûriyeyê jî kirin. Di roja çaran a erdhejê de li bajarên Îdlib, Heleb, Hama, Lazkiye û Tartûsê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin.    Hejmara kesên ku li bajarên Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dane gihîşt 3 hezar û 162'yan û ya birîndaran jî gihîşt 5 hezar û 235'an.