Li Colemêrgê qeza çêbû: 6 kes birîndar bûn 2023-02-09 14:53:20   COLEMÊRG - Li ser rêya Colemêrg û Çelê ji ber girtina cemedê qezaya trafîkê çêbû û 6 kes birîndar bûn.    Di kîlometreya 20’an a rêya bêjahiyê ya Colemêrg û Çelê li herêma Kunebizê, qezaya trafîkê çêbû. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, mînîbûsa rêwiyan a di saetên serê sibê de ji navenda bajêr ber bi Çelê ve diçû ji ber girtina cemedê ya rê ji kontrolê derket. Li ser kesên ku qeza dîtin agahî dan gelek tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Piştî mudaxileya hate kirin 6 kesên di qezayê de birîndar bûn bi ambulansan ji aliyê tîmên tenduristiyê ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.    Hate diyarkirin ku her 6 kes piştî hatin dermankirin wê ji nexweşxaneyê bên derxistin.