30 hezar kesan serî li Navenda Koordînasyona Krîzan a HDP’ê dan 2023-02-09 15:01:03   ENQERE - 30 hezar mexdûrên erdhejê serî li Navenda Koordînasyona Krîzan a HDP’ê dan.    Xebatên Navenda Koordînasyona Krîzê ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî erdhejên bi pileyên 7,7 û 7,6’an ên navenda wan Bazarcix a Mereşê çêbûn ava kiribû, berdewam in. Endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya partiyê navenda koordînasyonê koordîne dike. Li gel navendên krîzê yên li 10 bajaran hatine avakirin, her wiha Navenda Koordînasyona Krîzan ku 50 kes lê dixebitin, bi awayekî 3 vardiyayan 24 saetan dixebitin.    Ji saet 14.00’an ve 30 hezar mexdûrên erdhejê serî li Navenda Koordînasyona Krîzan da. Di nava kesên serî li koordînasyonê dayîn de kesên xizmên wan di bin kavilan de û mexdûrên erdhejê yên dixwazin xwe bigihînin xizmên xwe jî hene.    HDP’ê di çarçoveya van agahiyan de bi hezaran agahî dan AFAD’ê.    Her wiha gelek kes jî ji bo alîkariya bi mexdûrên erdhejê re xwe gihandin HDP’ê. HDP’ê jî ev kes arasteyî mexdûrên erdhejê yên li ber kavilên avahiyan disekinin kirin.