Cenazeyên 4 ferdên malbata Ondeş ji Meletiyê birin Stenbolê 2023-02-09 15:12:11   STENBOL - Cenazeyên 4 ferdên malbata Ondeş ku ji bin kavilên erdheja li Meletiyê hatin derxistin, ji bo veşartinê şandin Stenbolê.    Li bajarên erdhej lê çêbûn xebatên lêgerînê û rizgarkirinê didomin. Bi hezaran kesên birîndar ji bin kavilên erdhejê tên derxistin, ji bo tedawiyê dişînin bajarên rojavayê Tirkiyeyê.    Heta niha 114 kesên sewqî Stenbolê hatine kirin li nexweşxaneyên cuda tedawiya wan tê kirin.    Gulten Ondeş, Yilmaz Ondeş, Gokhan Ondeş û Ela Ondeş ên ji heman malbatê ku cenazeyên wan ji bin kavilên li Meletiyê hatin derxistin, şandin Stenbolê.    Cenaze anîn Cemxaneya Gaziyê ya li navçeya Sultan Gaziyê. Bi sedan welatî cenazeyan pêşwazî kirin. Hat zanîn ku dê cenaze li Goristana Hasdalê ya li navçeya Kagithaneyê bên veşartin.