Di bin çavan de ev pirs ji nûçegihanê me kirin: Guzel got ‘AFAD tune ye’ yan na? 2023-02-09 15:20:02   AMED – Nûçegihanê me Mehmet Guleş û welatiyê bi navê Mehmet Nûrî Guzel ku bi awayekî dixwaz tev li xebatên lêgerîn-rizgarkirinê bûye, hatibûn binçavkirin. Di bin çavan de pirsa “Guzel got ‘AFAD li vir tune ye’ yan na?” ji Guleş hate kirin.    Nûçegihanê me Mehmet Guleş dema xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên li Apartmana Işık a li Taxa Şeyh Şamîl a Rezan a Amedê dişopand, tevî welatiyê bi navê Mehmet Nûrî Guzel ku bi dilxwazî tev li xebatên lêgerîn-rizgarkirinê bûbû hate binçavkirin.    Guleş û Guzel dema roportaj dikirin, li ser îxbara polîsekî hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Amedê. Karûbarên îfadegirtinê yên Guleş ên li emniyetê bi dawî bûn û bi îdiaya “Kîn û dijminatiyê di nava gel de pêş dixe” tê tawanbarkirin. Di dema îfadeyê de ji Guleş pirsa “Guzel gotina ‘Li vir AFAD tune ye, UMKE tune ye. Gel li vir bi derfetên xwe têdikoşe. Gelê me bi tenê hat hiştin.’ bi kar anî yan na?” hate kirin. Guleş, got ku nayê bîra wî bê ka çavkaniya wî ew gotin bi kar aniye yan na.    PARÊZER: BILA ROJNAMEGER WERE BERDAN    Parêzerê Guleş, Resûl Temûr ku di dema îfadeyê de amade bû, têkildarî mijarê wiha got: “Dema miwekîlê min xebatên rojnamegeriyê dikirin, hate astengkirin û binçavkirin. Tu aliyekî hiqûqî yê vê binçavkirinê nîne. Bi vê binçavkirinê re mafên raman, azadî û azadiya çapemeniyê hatiye binçavkirin. Her wiha li gorî xala 30’an a Destûra Bingehîn, nabe ku alavên rojnamegeriyê bên desteserkirin. Lewma jî divê alavên miwekîlê min tavilê lê werin vegerandin û were berdan.    Piştî kar û barên îfadegirtinê yên li emniyetê, Guleş û Guzel sewqî Serdozgeriya Komarê ya Amedê hatin kirin.