Ne mirov, ketine etra xelaskirina pereyên bankeyê 2023-02-09 15:31:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Amedê di bin kavilên Apartmana Serînê (Cengîzler) de hê jî gelek kes hene. Kesekî ku xizmên wî di bin kavilên avahiyê de ne diyar kir ku xebatên tên kirin bi piranî ji bo xelaskirina pereyên Akbankê ya di bin avahiyê maye tên kirin û wiha bertek nîşan da: "Ketine etra xelaskirina pereyên bankayê."    Di bin kavilên Apartmana Serînê (Cengîzler) de ya li Semta Tesîslerê ya navçeya Rezanê ya Amedê ku bandor ji erdhejên Mereşê girt, hê jî gelek kes hene. Akbank jî ku di bin Apartmana Cengîzlerê de bû, hilweşiya. Apartmana Cengîzlerê ji 7 qatan û ji 24 daîreyan pêk dihat.   Duh bi şev cenazeyên sê kesan ji bin kavilên Apartmana Serînê (Cengîzler) hatin derxistin. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li nava kavilên apartmanê didomin. Bi sedan kesên li ber kavilan sekinandî li benda rizgarkirina xizmên xwe ne.    KETINE ETRA PEREYÊN BANKEYÊ   Kesekî ku xizmên wî di bin kavilan de mane, anî ziman ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi piranî ji bo xelaskirina pereyên Akbankê tên kirin ku ew jî di bin avahiyê de bû û hilweşiyaye.    Welatî da zanîn ku xizmên wî hê jî di bin kavilan de ne û li benda rizgarkirinê ne got: "Li vir du vînç li kêleka hev dixebitin. Îro vîncek derbasî aliyê din ê avahiyê bû. Sê rojên ewil vînc li aliyê ku banke lê bû dixebitîn. Ketine etra xelaskirina pereyê bankeyê. Tîmeke taybet a Akbankê jî li vir e. Bi kaseyên pola hatin. Her kes di etra bankeyê de ye. Xebatên li vir ne ji bo mirovan e."    Welatî wiha domand: "Li vir pirsgirêkek heye. Rayedar ketine etra bankeyê. Banke li ser kolana sereke ye. Li wî aliyî bi hîltiyê dixebitin. Li aliyê din jî bêçaretî heye. Gel bi tenê hatiye hiştin. Çapemeniyeke ku van tiştan belav bike tune ye. Me ji medyaya alîgir jî re got, lê guh li me nekirin. 4 roj derbas bûne, ên sax jî dê ji serma bimirin. Lanet li pereyê we bê, li vir çima tu rayedar tune ne."