Bijîşk ji bo biçin herêmên erdhejê serlêdanan dikin lê bersiv nayên dayîn 2023-02-09 15:55:40   STENBOL - Seroka ÎTO’yê Nergîs Erdogan da zanîn ku ji bo xizmeta tenduristiyê ya li herêmên erdhejê serî li Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajar didin lê bersiva wan nayê dayîn û wiha got: “Divê Odeyên Bijîşkan neyên astengkirin.”    Odeya Bijîşkan a Stenbolê (ÎTO) têkildarî erdhejê li avahiya xwe ya li Cagaloglûyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Em xizmetên tenduristiyê yên di karesata erdhejê de dinirxînin” hate vekirin. Gelek bijîşk jî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de Seroka Lijneya Rêveber a ÎTO’yê Nergîs Erdogan axivî û da zanîn ku ji roja destpêkê heta niha ji Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajar re gotine ku ji bo her cureyên xizmetên tenduristiyê amade ne lê heta niha tu bersiv nehatiye dayîn.    DIVÊ MEKANÎZMAYEK WERE AVAKIRIN    Erdogan got ku erdheja heyî ne tenê pirsgirêka wê herêmê lê ya hemû cîhanê ye û ev tişt anî ziman: “Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ji ber erdhejê ‘Rewşa Lezgîn a Asta 3’yemîn’ ragihand. Di her planên di asta neteweyî de divê rêxistin, sazî û dezgehên bijîşkan bibin şirîkên çareseriyê. Hem beriya karesatan û hem jî di dema karesatan û piştre de di nava mekanîzmayên biryardayînê de hebin. Di dema erdhejê de dikare destwerdanên lezgîn bên kirin û gelek kes bên rizgarkirin. Hemû cureyên alîkariyê jî bi awayekî eleqeya xwe bi xizmetên tenduristiyê ve heye. Hevalên me tevî mercên giran jî li herêmê bênavber dixebitin.   Gelek bijîşk bi dilxwazî serî li ÎTO’yê didin. Divê hemû xebatên înşaet û madenvaniyê yên li welêt bên sekinandin û hemû makîneyên kar û operatoran bişînin cihê erdhejê. Da ku bikarin kavilan rakin hêjta şewb belav nebûn. Di roja ewil a erdhejê de ÎTO’yê ji Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajar re got ku ji bo hemû cureyên xizmetê amade ne. Lê hêj jî tu bersiv nehatine dayîn. Divê Odeyên Bijîşkan neyên astengkirin.”