Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Şakranê hat bidawîkirin 2023-02-09 16:02:23   ÎZMÎR - Greva birçîbûnê ya ku girtiyan li Girtîgeha Jinan a Şakranê dabû destpêkirin, ji ber erdhejê hate bidawîkirin.    Girtiyên li Girtîgeha Jinan a Şakranê ji ber ferzkirina hejmartiya li ser pêyan, girankirina tecrîdê, bisînorkirina pirtûkan û nedayîna destûrê ya ji bo hewadariya hevpar, di 2’yê çileya 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê ya bidem û dorveger kiribûn. Girtiyan, çalakiya xwe bi dawî kirin.    Hat zanîn ku girtiyan ji ber erdhejên Mereşê ku bi pileyên 7,7 û 7,6 bûn, bi dawî kirine. Ji girtiyan Cîhan Oner li malbata xwe geriya û wiha got: “Ji ber erdhejê, binpêkirinên li girtîgehan di rojevê de nînin. Lewma jî em çalakiya xwe bi dawî dikin.”