Zaroka 14 salî piştî 83 saetan ji bin kavilan hat derxistin 2023-02-09 16:11:52   HATAY - Li Antakyayê piştî 83 saetan ji bin kavilên avahiyekê zaroka bi navê Melda Ataş hat rizgarkirin.    Li navçeya Antalya ya Hatayê ku bandoreke mezin ji erdheja Bazarcixa Mereşê girt, zaroka bi navê Melda Ateş piştî 83 saetan ji bin kavilan bi saxî hat derxistin. Ataş, di xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de yên li Taxa Armûtlûyê ji bin kavilan hat derxistin. Hat diyarkirin ku Sîbel û Asiye Ataş jî di bin heman kavilan de ne.    Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê ji bo her du kesan didomin.