Li Elbistanê 3 welatî piştî 80 saetan ji bin kavilan hatin derxistin 2023-02-09 16:12:25 MEREŞ - Di xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên Elbistanê de 3 welatî piştî 80 saetan ji bin kavilan hatin derxistin.    Di encama xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên li Elbistan a Mereşê de tîman xwe gihandin 3 kesan ku 80 saet in di bin kavilan de ne. Di lêgerînên ser kavilê avahiyeke li ser Cadeya Meletiyê de xebatkaran xwe gihandin jinekê û dayika wê. Piştî ku xebatkaran deng bihîstin, di bin kavilan de lêgerîn kirin û xwe gihandin dayikê û keça wê. Jina ciwan ku birîndar bûbû, rakirin nexweşxaneyê û dayika wê jî jiyana xwe ji dest da. Ajansa me kêliyên rizgarkirinê kişandin û jina ciwan piştî gotina “Dayê” bi ser hişê xwe ve çû.    Li ser kavilên avahiyeke li ser heman cadeyê, xebatkaran xwe gihand zarokeke bi navê Muhammet Emîn Berk. Berk, ji min kavilan hate derxistin û derbasî nexweşxaneyê hate kirin. Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên li ser kavilan berdewam in.    MA / Adnan Bîlen