ŞanoWan bi armanca piştevaniyê ber bi Hatayê ve bi rê ket 2023-02-09 16:15:29   WAN - ŞanoWan û Aryen Kom ji bo piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re ber bi Hatayê ve bi rê ketin.    Lîstikvanên ŞanoWanê ji bo piştevaniya bi mexdûrên ji erdheja li navçeya Bazarcik a Mereşê çêbû bi bandor bûn ber bi Hatayê ve bi rê ketin.    Yek ji lîstikvanê ŞanoWanê Ferhat Aslan ê bi koma muzîkê Aryen Kom a li bajêr û bi hin dildaran re ketin rê wiha got: “Em weke ŞanoWan bi hin dilxwazan re diçin herêma erdhejê. Em dikarin li wir ji bo mexdûrên erdhejê çi bikin nizanim lê belavkirina xwarinê be jî em dixwazin tiştekî bikin.”