Deriyê dikana xwe ji mexdûrên erdhejê re vekir: Dem dema piştgiriyê ye 2023-02-09 16:16:31   AMED - Şivan Goktumur ku li Amedê dikana wî ya donerê heye, deriyê dikana xwe ji bo mexdûrên erdhejê vekir û piştevaniya xelkê xwe dike.    Esnafên Amedê jî qeyd û bendên xwe badan e û piştgiriyê didin mexdûrên erdhejê. Esnafên Amedê bi ruhek hevgirtinê û yekitiyê birînên xelkê xwe dipêçin û alîkariya wan dikin. Şivan Goktumur ê ku dikana wî ya donerê bi navê Stop Doner li ser Cadeya Gevrana Ofîsê heye, ji roja ewil a erdhejê ve deriyê dikana xwe li welatiyan vekiriye û xwarinê belav dike. Dikandar Goktumur ji serê sibehê saet 09.00’an heta 03.00’ê şeve xwarinê belav dike.    Goktumur da zanîn ku ew bi vê alîkariya xwarinê li pişta gelê xwe ye û wan alîkar ji bo Semsûr û Mereşê şandine. Goktumur da zanîn ku xwest her kesê ku derfeta wan heye alîkariya mexdûrên erdhejê bike û çiqas alîkarî bê kirin dê ewqas mexdûran kêfxweş bikin. Goktumur destnîşan kir ku dem dema hevgirtinê û piştgiriyê ye.