Li Elbistanê gel bi tenê hatiye hiştin, mirov diqerisin 2023-02-09 16:37:49   MEREŞ - Li Elbîstanê ku bandor ji erdhejê girtiye, hema bibêje mirov bi tenê hatine hiştin. Li navçeyê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê piştî erdhejê bi du rojan hatin destpêkirin, lê ne av, ne ceryan û ne jî konekî ku gel lê bimîne û xwe germ bike tune ye.    Li Elbîstanê ku bandor ji du erdhejên Bazarcixê wergirt, hema bibêje gel bi tenê hatiye hiştin. Li navçeyê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê piştî erdhejê bi du rojan hatin destpêkirin, lê piraniya xebatan ji aliyê dilxwazan ve tên kirin. Ji sedî 70'yê navçeyê bi temamî bûye kavil. Tê gotin ku nêzî 3 hezar avahî hilweşiyane. Lê li navenda navçeyê tenê li çend cihan xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin.    Welatiyên ku bi awayekî bêçare li ber kavilan sekinîne, li bendê ne ku xizmên wan ji bin kavilan bên derxistin. Li navçeyê ku konek jî nehatiye danîn, ne av, ne ceryan û ne jî tiştekî xwegermkirinê heye. Li navçeyê germa hewayê di biniya sifirê de 15 derece ye.    REWŞA GUNDAN   Li navçeyê avahiyên li ser Kolana Meletiyê bi temamî rûxiyane û nehat hînkirin ku bê çend kes di bin kavilan de ne, çend kes jiyana xwe ji dest dane û çend kes winda ne. Bersivên ji bo pirsên di vîw arî de jî bi vî rengî ne: "Dewlet ne xwedî tu agahiyê ye." Li gel rewşa navçeyê, rewşa gundên navçeyê xirabtir e. Heya niha alîkariyên dilxwazan gihîştine gundan. Hema bibêje gel bi tenê hatiye hiştin. rêya gelek gundan ji çûnûhatinê re girtiye û li gor agahiyên bi dest ketine heya niha kes xwe negihandiye gundan. Gundiyên ku me xwe gihand wan, ragihandin ku mirovên di bin kavilan de piraniya wan jiyana xwe ji dest dane û cenazeyên hatine derxistin jî hê nehatine definkirin.    CENAZE NAYÊN VEŞARTIN   Li bajêr morgên nexweşxane, cemxwane û gelek navendên tenduristiyê bi temamî hatine girtin û piraniya nexweşxaneyan li hin deverên nexweşxaneyan tên sekinandin. Goristana bajêr tije bûye û hema bibêje serê her deqeyê cenazeyk tê veşartin. Li gor agahiyên bi dest ketine; ji bo cenazeyên li nexweşxane û saziyên din tên sekinandin, ji ber otopsiyê tên sekinandin. Di rewşeke wiha de jî mirov ji bo cenazeyên xwe defin bikin demeke dirêj disekinin. Piraniya welatiyên ku me bi wan re xeber da, got: "Definkirina cenazeyên me jî veguherandine zilmê."    AV PEYDE NEKIRINE   Li navenda navçeyê tenê ji aliyên hin saziyên dilxwaze û hin şaredariyan şorbeya germ tê belavkirin. Du rojan ava vexwarinê bi dest mirovan neket.    Li navçeyê welatî li benda konan û lazmatiyên xwegermkirinê ne.    MA / Adnan Bîlen