Li Osmaniyeyê cenaze li bûzxane û mezbaxaneyan tên sekinandin 2023-02-09 16:51:26   OSMANIYE - Cenazeyên li Osmaniyeyê ji bin kavilan hatin derxistin, li bûzxaneyan û mezbaxaneyan tên sekinandin.    Li Osmaniyeyê jî xebatên lêgerînê û rizgarkirinê di roja çaremîn de berdewam dike. AFAD’ê li bajêr pir hindik kon vedaye û têra mirovan nake. Welatî jî li ber kavilan agir vêdixin û heta serê sibê disekinin. Li beşek mezin a kavilan xebat hat destpêkirin lê heta duh jî tu xebat nehatiye kirin.    Li bajêr bi sedan avahî hilweşiyane û gelek avahî jî xesarên giran dîtine. Hişyarî tê kirin ku kes di ber avahiyên xesar dîtine de nemeşe û li beşek mezin a bajêr ceyran û av qut bûye.    ‘695 KES MIRINE’    Wezîrê Ciwan û Sporê Mehemt Muharrem Kasapoglû diyar kir ku li Osmaniyeyê 251 avahî hilweşiyan e, 695 welatî canê xwe ji dest dane û 2 hezar û 220 kes birîndar bûne.   Hê jî li bajêr xebata lêgerîn-rizgarkirinê didome. Li morgên nexweşxaneyên bajêr ji ber ku cih nemaye, cenaze li bûzxaneyan û mezbaxaneyan tên sekinandin. Birîndar jî bi ambulansan sewqî bajarên derdorê tên kirin.    WELATÎ: ME CENAZEYÊN XWE DERXISTIN    Welatiyên ku ji me re axivîn destnîşan kirin ku AFAD’ê gelek dereng xebata lêgerîn û rizgarkirinê daye destpêkirin û wan bi destê xwe cenaze ji bin kavilan derxistine. Welatiyan da zanîn ku ji sedî 60’ê Osmaniyeyê xesarek giran dîtiye û ew newêrin biçin malên xwe.