Sergolan wêran bûye: Qet nebe bila cenazeyên me ji bin kavilan derxînin 2023-02-09 17:03:50 SEMSÛR - Kavilên avahiyên hilweşiyayî yê navçeya Sergolanê ku di erdhejê de wêran bûye, mîna roja ewilî hêj li şûna xwe disekinin. Navçe wêran bûye û xelkê navçeyê dibêje tu hêviya wan nema ye û qet nebe bila cenazeyên wan ji bin kavilan bên derxistin.   Di erdheja Bazarcix a Mereşê de navçeya Sergolan a Mereşê jî hilweşiya. Tevî vê yekê jî hêj dewletê gav neavêtiye navçeyê. Ji ber hejmara zêde ya avahiyên hilweşiyayî, navçe wêran bûye û avahiyên hilweşiyayî hêj mîna ewilî li şûna xwe disekinin.    EKÎPMENT TUNE NE    Li navçeya navborî ku 45 kîlometreyan ji Bazarcizê dûr e, bi sedan avahî hilweşiya ne. Bi ser erdhejê re 84 saet derbas bûn û xebatên lêgerîn-rizgarkirinê heta serê sibeha îro jî ji hêla kesên dixwaz ve dihatin meşandin. Niha jî hejmareke pir kêm a xebatkarên AFAD’ê li navçeyê ne. Ji bilî destên xebatkarên AFAD, Hîva Sor, AKUT û dixwazan, tu ekîbmentekî ku bi kar bînin tune ye.    DI BIN BERFÊ DE TÊKOŞÎNA JIYANÊ DIDIN    Kesên ku karîn xwe ji erdhejê rizgar bikin, niha jî di bin sermaya berfê de têkoşîna jiyanê didin. Êdî hêviya wan ji kesên di bin kavilan de nema ye.    DIXWAZIN CENAZE BÊN DERXISTIN   Navçeya Sergolanê ku wêran bûye û bajarên ji ber karesatên nukeerî tên valakirin tîne bîra mirovan. Xelkê navçeyê dibêje hema qet nebe bila cenazeyên me ji bin kavilan bên derxistin.    MA / Omer Akin – Ahmet Kanbal