OHD: Divê têkildarî îdiayên li girtîgehan lêprisîn bê destpêkirin 2023-02-09 17:06:21   AMED - Komîsyona Girtîgehan a Navenda Giştî ya OHD'ê, têkildarî îdiayên der barê Girtîgeha Meletiyê ya Tîpa E'yê, Girtîgeha Turkoglû ya Mereşê û Girtîgeha Hatayê ya Tîpa T'yê de ku piştî erdhejê rû dan, xwest lêpirsîn bê destpêkirin.    Komîsyona Girtîgehan a Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), têkildarî îdiayên der barê Girtîgeha Meletiyê ya Tîpa E'yê, Girtîgeha Turkoglû ya Mereşê û Girtîgeha Hatayê ya Tîpa T'yê de ku piştî erdhejên li Bazarcixa Mereşê rû dan, daxuyaniyeke nivîskî belav kir û xwest der barê van îdiayan de lêpirsîn bê destpêkirin.      OHD'ê di daxuyaniya xwe de ragihandiye ku piştî malbatên girtiyan serî li wan dane serdana Girtîgeha Turkjoglû û Girtîgeha Hatayê ya Tîpa T'yê kirine û hatiye gotin ku Girtîgeha Turkoglû ya Mereşê diyar kiriye ku li girtîgehê rayedar tune ne û ji ber ku qismek girtîgehê wekî navendeke hêwirandinê tê bikaranîn hevdîtina bi girtiyan ne pêkan e û dê hemû girtî sewqî girtîgehine din bên kirin. Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku girtîgehê têkildarî girtiyên jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne tu tişpt ji wan re negotiye. Di daxuyaniyê de hatiye ragihandin ku endamên komeleyê yên serdana girtîgehan kirine dîtine ku li ber girtîgehan gelek ambulans û otobus hebûne û dûman ji girtîgehê bilind bûne. Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: "Endamên me hewl dane serdana Girtîgeha Meletiyê ya Tîpa T'yê bikin, lê belê girtîgehê ji wan re gotiye girtî hatiune sewqkirin û girtîgeh hatiye valakirin. Ji ber vê serdana girtîgehê nehatiye kirin."    Di daxuyaniyê de li ser dîmenên ku li ser medyaya sanal hatibûn belavkirin jî hatiye sekinandin û hatiye gotin ku ji bo rewşên wiha divê tevdîrên hewce bên girtin.    Di dawiya lêpirsînê de jî hatiye destnîşankirin ku di dîmenên hatine belavkirin de tê dîtin ku îdareyên girtîgehan li dijî berprisiyariyên diyarkirî tevgeriyane û her çend hatibû îdiakirin ku ev di çarçoveya mewzûatê de hatine kirin jî, di mewzûatên netewyeî û navneteweyî de tiştekî bi vî rengî tune ye. Di daxuyaniyê de hatiye xwestin ku der barê personelan de yên li dijî hukmên mewzûatên neteweyî û navneteweyî tevgeriyane lêprisîna edlî û îdarî bê destpêkirin.